Destpêkê Bahoz, piştre jî hemû

Bahoz, Bêkes, Çalak û Hawar çar ciwanên ji Rojhilat bûn. Dema ku Bahoz got wê biçe Rojava, sedem û rê û rêbaza çûyînê nizanîbûn. Piştre Çalak da dû Bahoz, Bêkes jî da dû wî. Herî dawî Hawar bi pey wan ket û barê têkoşînê hildan ser milan.

Demeke dirêj hevrêyên xwe nedîtibû. Hevrêyên wî ji bo erkekê derketibûn rêwitiyek dûv û dirêj. Ji bo ku hevrêyê xwe ên li ser riya xwe bibînin demekeke kurt bêhna xwe dan. Deh deqîqe beriya ku werin li ser cîhazê agahî dabûn ku wê werin. Gerîla Hawar jî bê ku bi derengî bikeve, ji bo hevrêyên xwe di cih de çaya gerîlla danî ser êgir. Çeydanê ku ji dûmanê reş bûyî bi ava zelal ku serê çiyayan diherike tije kir û bi agirê darên hişk ku li derdor kom kiribû ava xwe keland. Bi çavê gerîlla Hawar, ‘‘mirov ji tehma çaya gerîlla têr nabe, vêca nan û pênîrê gerîlla jî kêleka wê were xwarin jê xweştir nema dibe.’’

Gerîla Hawar ji bo hevrêyên xwe pêşwaziyeke bi vî rengî, bi hemû hêstên xwe yên kûr wek erka hevrêtiyê dibîne. Hema bêje çay wê bikeliya û hevrêyên wî yêk bi yêk ber bi wî ve dihatin. Her gaveke ku diavêtin bi wê kêlecaniyê bû ku ew bêhtir nêzîkî hevrêyên xwe dibin. Dema ku hevdu dîtin piştî merhebayek germ û li hal û hewalê hev pirsîn, li dora êgir xelekek çêkirin û ketin cıvata xwe ya sereke.

Demeke dirêj bû ku hevdu nedîtibûn. Axaftinê axaftinê vedikir û hevrêyên wî xwestin kul i çîroka tevlîbûyîna wî guhdar bikin. Gerîlla Hawar jî ew ne şikandin û dest bi vegotina çîroka xwe kir. Sala 2013’an li bajarê Ciwanro çar ciwan biryara tevlîbûyîna şoreşê didin. Gerîlla Hawar jî yek ji wan e. Ji Hevrêyên xwe re wiha behsa çîroka tevlîbûyîna xwe dike:“Di wan deman de şoreşa Rojava pir geş bû. Him kelecana şoreşê mezin bû him jî şerekî germ hebû. Ez, Heval Bahoz, Heval Bêkes, Heval Çalak ango em çar kes wek komekê bûn. Rojekê em hemû rûniştibûn û me sohbet dikir. Heval Bahoz got ku ew dixwaze biçe tevlî şoreşa Rojava bibe. Wê demê em hemû di cihê xwe sekinîn. Heval Bahoz çima tiştek wiha got, bi vê xwest çi bêje? Ji ber ku me ne şoreşa Rojava ne jî tekoşîna azadiya Kurdistanê nas nedikir. Ne nedizanî ku PJAK çiye, ji bo çi ava bûye, gerîlayên PJAK’ê çi dikin û ji bo çi şer dikin? Me baş nedizanî ku Kurdistan jî dabeşî çar perçeyan bûye. Di rewşek wiha de Heval Bahoz piştî demekê şûn de em jî vexwendin da ku em tevlî şoreşê bibin. Piştî çendekê Heval Bahoz nema xuya kir. Me dizanî ku ew tevlî şoreşê bûye. Me pirs kir û lêkolîn kir û me dît ku ew tevlî şoreşê bûye. Piştre yên din hatin. Bêgûman di rewşeke wiha de min nedikarî ez di nava wê pergalê bijîm. Armancên min hebûn. Tu carî hedefên ku sistemê ji min re diyar kirî ez tatmîn nekirim. Ji bo wê jî ez li pey hevrêyên xwe tevlê bûm. Piştî demekê ez hîn bûm ku hevrêyên min ku ez li pey wan hatime yek bi yek şehît bûne. Ez jî ji wê rojê şûn ve, ji bo ku di rêya wan de bimeşim bi tevahî hêza xwe ve tekoşîna xwe didomînim.”

Hevrêyên wî ji wî pirskirin: “Başe, niha ji bo ku em nehêlin ciwan bikevin xefka dijmin de pêwîste em çi bikin?’’ Gerîlla Hawar di dawîya sohbeta xwe de ji bo ciwanên Rojhilatî wiha axivî: “Ez dixwazim ji ciwanan re tiştekê bêjim ku bila neyên lîstokên qirêj ên pergalê. Bila PJAK ê, tevgera Serokatî lêkolîn bikin û nas bikin. Ewqasî ciwan çima tevlê diibin bila pirsa vê bikin û li gorî wê jî jiyanekê tercîh bikin. Jiyana Serokatî ji hemû jiyanan binirxtir e, birûmettir e. Ji bo xwe ji bo gelê xwe ji bo welat û nirxên xwe di nava gerîllayên azadîde cih girtine. Ji bo ku ala min ji hevrêyên xwe girtiye hildim ez ê heta dawî di nava vê tekoşînê de cih bigirim.”

Piştî sohbetê çaya ku beriya 15 deqîqeyan dema xwe dabû rûkir qedehan û çay da hevrêyên xwe. Ji bo ku tehma esasî ya çayê bide çay ji aliyê gerîllayan ve wisa tên demkirin. Piştre nan û penîr û anî û xwarineke xweş a gerîlayanxwarin. Gerîlla Hawar piştre ji Hevrêyên xwe re li erbanê da. Ê ma qey dibe mirov ji rojhilatê Kurdistanê be û bi hûnerekê re ne eleqeder be. Gerîlla Hawar hîna li malê fêrî erbanê bûye û di nava gerîlla de carinan ji hevrêyên xwe re lêdide. Niha jî bi stranên dengê xweş ê gerîlla Berwar û dengê erbanê ber bi lûtkeyên çiya ve bilind dibe xweşiktiyekê çêdike. Piştî stranên hatî gotin û erbane hatî lêdan hevrêyên wî ji wî xatir xwestin û rêwitiya xwe domandin. Gerîlla Hawar jî ji bo ku biçe li gel hin hevrêyên xwe ên din bi çek û erbaneya xwe bi rêya xwe de çû.