'Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji rastiyan ditirse'

Rêveberê Komeleya DFG’ê Zeynel Bulut anî ziman ku ji ber çapemeniya azad rûyê rasteqîn ê dewletê teşhîr dike, dibe hedefa desthilatdariyê û got: "Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji rastiyan ditirse û dixwaze rastiyan di tarîtiyê de veşêre."

Li Kurdistan û Tirkiyeyê zextên li ser rojnamevanan roj bi roj zêde dibin. Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Zeynel Bulut der barê zextên li ser rojnamevanan axivî û anî ziman ku ji ber çapemeniya azad rûyê rasteqîn ê dewletê teşhîr dike, dibe hedefa dewletê.

'DESTHILATDARÎ JI RASTIYAN DITIRSE'

Bulut da zanîn ku ji salên 1990'î ve zextên li ser çapmeniya azad dewam dikin û wiha axivî: "Dema ku em li rewşa heyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin dîbînin, ku di encama polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê de civak bi temamî ji vê rewşê gelek bêzar bûye. Zextên gelek dijwar li civakê tên kirin. Weke çapemeniya azad em jî hewl didin van zext û polîtîkayên dewletê yên tundrew ên li ser civakê bi raya giştî re parve bikin û teşhîr bikin. Di encama teşhîrkirina van polîtîkayan de, ev hovîtiya li ser civakê tê meşandin jî em weke çapemenî timî bi zextan re rû bi rû dimînin. Bi vê yekê tê xuyakirin ku desthilatdarî çiqas ji rastiyan ditirse. Ji ber tirsa xwe dengê rojnamevanan qut dikin. Lê wê nikaribin bigihêjin armanca xwe. Ji ber ku ji salên 90’î ve zextên li ser rojnamevanan dewam dikin, lê nikarin dengê rojnamevanan qut bikin. Rojnamevan ji bo gelê me û rastiyan têdikoşin. Ev têkoşînek girîng e. Çi ji destê me bê em ê bikin û em ê wan bi tenê nehêlin."

'TIRKIYE GIRTÎGEHA HERÎ MEZIN YA ROJNAMEVANAN E'

Bulut destnîşan kir, ku ji ber çapemeniya azad rûyê rasteqîn ê dewletê teşhîr dike, dibe hedefa dewletê û wiha pê de çû: "Li bejahiya navçeya Şaxê ya Wanê welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban hatibûn êşkencekirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin. Nûçegihanên rastiya bûyerê eşkere kir, hatin destgîrkirin û girtin. Dîsan nûçegihana Jinnewsê bûyera li gundê navçeya Kercews a Êlihê ku leşker, polîs û cerdevan jî di nav de 27 mêranm dest dirêjî zaroka 15 salî kiribûn derxist holê, malpera Jinnewsê ji aliyê BTK'ê ve cardin hat astengkirin. Bi vê ve girêdayî her roj li Tirkiyeyê malpera ajans û rojnameyan tên girtin. Sedema vê jî tenê rastî ragihandine.

Weke Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) me daneyên xwe eşkere kir, tenê di vê meha dawî de 91 rojnamevan di girtîgehê de ne. Dîsan doza 47 rojnamevanan dewam dike. Berî çend rojan Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) rapora xwe ya ku rojnamevanên rastî zextan tên ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî raporê li seranserê dinyayê ji ber pîşeya xwe 387 rojnamevan girtî ne. Ji sedî 61 rojnamevanên girtî li 5 welatan e. Ev welat jî Çîn, Erebistana Siûdî, Misr, Vîetnam û Sûriye ne. Dîsa li gorî raporê 54 rojnamevan hatine revandin û 4 rojnamevan jî winda ne. Her wiha li gorî daneyên RSF'ê li Tirkiyeyê jî 13 rojnamevan ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê girtî ne. Di nava 180 welatan de Tirkiyeyê di rêza 154'an a azadiya çapameniyê de cih girt.  Mirov dikare bibêje Tirkiye girtîgeha herî mezin ya rojnamevanan e. Ev ji dide xuyakirin ku eger li welatekî rojnamevan girtî bin, di encama teşhîrkirina polîtîkayên wî welatî de hatine girtin û tên hedef girtin. Ti rojnamevan ji ber rewşek cuda nehatiye girtin. Tenê ji ber muxalîfbûna xwe û derxistina rastiyan hatiye girtin."

'ÇAPEMENIYA AZAD KEVNEŞOPIYA XWE DEWAM DIKE'

Bulut anî ziman ku li Tirkiyeyê yên herî zêde rastî zextên dewletê tên kesên mûxalîf û xwedî ramaneke azad in û wiha got: "Di polîtîkaya desthilatdariyê de azadparêzî, mirovhezî, wekhevî û edalet tine ye. Kesên xwedî vê ramanên e jî herdemî li hemberî van polîtîkayên dewletê nerazî ne û dengê xwe bilind dikin. Ji ber vê yekê jî di bin hedefa desthilatdariya Tirkiyeyê. Kesên ku dibin dengê vê berxwedana civakê jî çapemenî ye. Ji ber vê sedemê jî desthilatdariya AKP-MHP'ê jî bi polîtîkayên xwe yên tundrew naxwaze ew fikra azad were bihîstin û çapemeniya dibe deng jî dike hedef. Li gel destgîrkirin, girtin û zextên li ser rojnamevanan, rojnamevan dîsa bi israr rastiyan digihîne gel. Lê desthilatdarî armanc dike ku medya yek deng û yek reng ava bike. Derewên medya deshilatdariyê, bi kevneşopiya çapemeniya azad pûç dibin. Pratîka salên 90’î îro jî li ser welatî û çapemeniyê didome. Di salên 1990'î de dîsa welatî ji helikopteran davêtin xwar. Rojnamevanên ku ev yek ronî kirin destgîr kirin û girtin. Ligel ewqas êrîş, destgîrkirin û girtinan wekî salên 90’î niha jî çapemeniya azad kevneşopiya xwe berdewam dike."