Destgîrkirina jinan hate şermezarkirin

MED-DER'ê serdegirtina Komeleya Jinê ya Rosa şermezar kir û diyar kir ku jin wê bêhtir xurt bibin.

Nerazîbûna li dijî destgîrkirina 22 jinan ku li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de doh hatin destgîrkirin, dewam dike. Li Amed û Şirnexê di çalakiyan de hate ragihandin ku zext û destgîrkirin dewama êrişên li dijî têkoşîna jinan e û hate destnîşankirin ku têkoşîn wê dewam bike.

Aktîvîstên TJA'yê li Mêrdînê jî li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî destgîrkirina jinan dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi êrişa dijî jinên Kurd hewl tê dayin ku karê wan bê krîmînalîzekirin û hate gotin, "Yên ku divê bên destgîrkirin jin nînin, yên ku tundiyê li jinan dikin. Tavilê dest ji polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinan berdin. Hûn nikarin bi zext û destgîrkirinê jinan bêdeng bikin."

LI STENBOLÊ 8 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Di vê navberê de li 9 navçeyên Stenbolê serdegirtinên qirkirina siyasî hatin kirin. Di serdegirtinan de 8 kes hatin destgîrkirin.