Desteya Rêveber a Şengalê: Ji bo Şengaleke azad û xweser, têkoşîna me wê dewam bike

Desteya Rêveber a Şengalê di sala nû de li hev civiya û destnîşan kir, ku kar û plansaziya ji bo sala nû nirxand. Desteyê destnîşan kir ku ji bo Şengaleke xweser û azad wê têkoşîna wan dewam bike.

Desteya Rêveber a Şengalê civîna xweya yekemîn a sala 2023’an bi beşdariya  hemû endamên desteyê li Şengalê lidarxist. Civîna desteyê ku ji ragihandinê re girtî pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahiya Şehîdên têkoşîna azadiyê destpêkir. Piştî civînê encamnameya civînê hate eşkerekirin.

Encamnameya civînê wiha ye:

“Di sala 2022’yan de planên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî bi sedsaliya Peymana Lozanê re, hîn zelaltir bûn. Hêzên mêtînger ku ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û di nava tevgerê de bûn, di nava salê de ev plan hîn zêdetir kirine meriyetê. Li ser Rojhilata Navîn ev planên ku her dewletek dixwaze erdnîgariya xwe berfireh bike, bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin kirin. Li ser vî esasî di 15’ê Nîsanê de li ser Herêmên Parastina Medya û gerîlayên azadiyê şerekî mezin  hate destpêkirin. Ev şerê ku li ser qadên gerîlayên azadiyê hatin destpêkirin, pêlên xwe avêtin ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê.

SÛCÊN ŞER LI HEMBERÎ GELÊ KURD Û GERÎLAYÊN AZADIYÊ HATIN KIRIN

Di bin navên cûda de lê bi yek armancê xwestin destkefiyên gel li Şengal, Mexmûr û Rojava ji nav bibin. Lê gelê me yê rêxsitinkirî bi îradeyek mezin li hemberî van planan li ber xwe da û rê neda ev plan biçin serî. Şerê ku bi destê dewleta Tirk li herêmê pêşket di esasê xwe de ji aliyê NATO’yê ve dihate rêvebirin. Sûcên şer ku li her dera cîhanê qedexe ne, li hemberî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê hatin kirin û cîhanê li hemberî van binpêkirinan û bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîla bêdeng man.

Ev qonaxa şer di serî de ji bo berfirehkirina sînorên dewleta Tirk bû ku ketiye pey xeyalên Osmaniya nû, lê bi berxwedaniya gerîla rê li ber hate girtin. Eger berxwedaniya gerîla neba wê beşek mezin ji axa Iraqê hatiba dagirkirin. Çiqasî dewleta Iraqê di ferqa vî şerî de ye, lê dîsa jî weke tê xwestin bertek nîşan nedaye û bi taybet beriya avabûna hikûmeta nû, di serdema Mistefa Kazimîde, rasterast destek ji bo van êrîşan hate dayîn. Ji ber wê jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî ser axa Iraqê û bi taybet Şengalê kir.

Di nava salê de 10 caran bi balefirên bê mirov ên bi çek û carekê bi balefirên şer Şengal hate  bombekirin, tenê di şevekê de li Çiyayê Şengalê 21 cih kirin hedef. Di van êrîşan de bê cûdahî bixin nava xelkê, li gund û bajaran hedefên xwe pêk anîn. Di encama van êrîşan de 5 şehîdên me çêbûn, di nav de zarok û xelkê me yê sivîl hebûn. Her wiha 11 kes jî birîndar bûn.

Tevî van hemû êrîşan jî gelê me dest ji axa xwe berneda û têkoşîna xwe ya ji bo Şengala xweser û azad dewam kirin. Tevî ku di milekî de êrîş li ser gelê me dihatin kirin û dewleta Iraqê jî bi biryara Kazimî û zextên PDK’ê û dewleta Tirk di 18’ê Nîsanê ku êvara cejna Çarşema Serê Sala Êzidiyan bû dest bi êrîşa kirin û ev êrîş heya 2’ê Gulanê dewam kirin.

Gelê me di çarçoveya parastina rewa de li berxwedan û îradeya gelê me li hemberî van komplo û êrîşa bi ser ket.

PLANÊN PDK’Ê VALA HATIN DERXISTIN

Di nava salê de şerê taybet ê PDK’ê ku dixwestin Şengalê ji gel vala bikin, bi hewildanên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên wê rê li ber hate girtin. Di nava salê de biqasî 300 malbatên me ji kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyana ser axa xwe û ev malbat ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine pêşwazî kirin. Li tevahiya Şengalê xebatên paqijiyê, xizmeta av û ceyran bê navber dewam kirine. Bi vegera gel re sazî û dezgehên me ketin nava tevgerê, li cihên pêwîst ku rêjeya xelkê vegeriyane gelek bûn, weke Sîba, Şêx Xidir û Girzerik navendên Şaredariya hatine vekirin. Malên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene li gor derfetên heyî, alîkarî ji wan re hatiye dayîn.

BI SEDAN CIWAN BEŞDARÎ NAVA HÊZÊN PARASTINÊ BÛN

Ji bo şînkirina Şengalê projeyên şaredariyên me yên çandina daran hatin pêkanîn û di van pirojeyan de bi dirêjiya dehan kêlometre dar hatine çandin.

Ji bo ewlekariya herêmê û civaka me gavên mezin hatin avêtin û di vê çaoveyê de ciwanên me bi erka parastina herêmê rabûn û ref bi ref beşdarî nava refên YBŞ’ê YJŞ’ê û bi taybet Asayîşa Êzdîxanê bûn. Bi sedan ciwanên me di perwederdeyên fikrî û leşkerî re derbas bûn û di nava Asayîşa Êzdîxanê de cihê xwe girtin.

Hemû rêxistinên me ji bo rêvebirina civakê di nava kar û xebatan de bûn, ji bo pêşxistina xebatên xwe kongreyên xwe lidarxistin û bernameyên domdirêj ji bo siberoja herêmê derxistin.”

Di dawiya encamnameya civîna Desteya Rêveber a Şengalê de têkoşîna civaka Êzidî a ji bo Şengala xweser û azad hate silavkirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. 

Di civînê de ev yek hate gotin, “Em ji tevahiya gelê xwe, hêzên xwe yên parastinê, rêxistinên jin, ciwan, çand û huner, ragihandin ji tevahiya endam û xebatkarên civakê re serketinê dixwazin, sala nû li hemûyan pîroz dikin. Ji bo Şengala xweser û azad her wiha pêkanîna xeyalên şehîdan, azadiya Rêber Apo wê têkoşîna me dewam bike. Bi taybet berxwedaniya dayİk û ciwanên me û çalakiyên wan ê ji bo azadiya Rêber Apo em silav dikin. Em wek  Rêveberiya  Xweser a Şengalê nêzîkatiyên li hemberî Rêber Apo li hemberî xwe dibînin.

Ji bo gelê me azad bijî, gelê me yê koçber vegerin ser axa xwe û îradeya civaka me bê naskirin em ji diyaloga siyasî re amade ne. Ji bo ev mafê gelê me bê dayîn di nava 8 salan de gelek xebatên girîng hatine meşandin û gelê me heya astekê xwe bi xwe birêve dibe. Lê li hemberî hemû plan û êrîşên li ser civakê, çawa beriya niha helwesta me çêbûye ji niha û şûn de jî wê ti êrîşek li ser gelê me, ti êrîşeke civakî, leşkerî û siyasî wê bê bersiv nemîne.”