Destê kurê xwe yê YPS’yî hine kir û wisa veşart
Cenazeyê Ramazan Bûdak ê YPS’yî yê ku li Hezroyê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hate veşartin. Bavê Ramazan Bûdak, Îsa Bûdak destê kurê xwe hine kir.
Cenazeyê Ramazan Bûdak ê YPS’yî yê ku li Hezroyê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hate veşartin. Bavê Ramazan Bûdak, Îsa Bûdak destê kurê xwe hine kir.
Cenazeyê Ramazan Bûdak ê YPS’yî yê ku li Hezroyê ya bi ser Amedê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin.
Cenaze ji Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê hate wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Dema ku cenaze dihat şuştin, bavê Ramazan Bûdak, Îsa Bûdak destê kurê xwe hine kir. Rêveberên bajêr ên DBP û HDP’ê jî beşdarî merasîma veşartinê bûn.
Di dema veşartinê de gelek wesayîtên zirxî û polîsan dora goristanê girtibûn.
Wê şîna Bûdak, li Mala Şînê ya Têrkaniyan a li Baglara Amedê were gerandin.