Destavêtin li Qoserê hate şermezarkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê komek ji ciwanan êrişên destavêtinê yên li Şirnex û Êlihê şermezar kirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê komek ji ciwanan êrişên destavêtinê yên li Şirnex û Êlihê şermezar kirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê komek ji ciwanan li navenda bajêr li hev kom bûn û êrişa destavêtinê ya li Şirnexê ku çawişekî pispor ê artêşa Tirk hewl da dest biavêje zarokekê û destavêtina çawişekî pispor a li zarokekê li Êlihê şermezar kirin.
Ciwanan ji meydana Ûgûr Kaymaz heta meydana Azadiyê bi qîrîna dirûşma "Bêdeng nemîne, tu bêdeng bimîne wê dor bê te" meşiyan.
Ciwan piştî meşê bi qîrîna dirûşman belav bûn.