Destanên berxwedanê yên li çeperên Xakurkê

Gerîla Roza Bager ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurkê şer dike got, "Dijmin dibêje Xakurkê qediya ye. Lê belê niha li her çepera Xakurkê destana berxwedanê heye."

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk dewam dike. Gerîlaya YJA Starê Roza Bager a ji Şemzînanê qala xeta berxwedanê ya ji Şemzînanê heta Xakurkê kir. Bager işaret bi girîngiya stratejîk a herêma Şemzînanê kir û got, "Li Şemzînanê ji dayik bûm, mezin bûm û tevlî nava refên gerîla bûm. Şemzînan ji bo min cihê gavên destpêkê ye. Di dîroka têkoşîna me ya 40 salî de jî Şemzînan xwedî cihekî girîng e. Dijmin jî bi taybetî Şemzînanê dike hedef, cerdevaniyê lê ferz dike û gelê li herêmê mecbûrî xwe dike. Şemzînan ji ber ku di navbera Başûr, Bakur û Rojhilat de herêmeke li ser xeta bazirganiyê ye, cihekî rengîn e."

Roza Bager işaret bi têkoşîna mezin a gel a li dijî faşîzma dewleta Tirk kir û got, "Dijmin nikare xwe li rengên me jî rabigire. Halbûkî kesk zindîbûna xwezayê, zer roj e ku dilê mirovan germ dike û sor jî hêrsa me ya li dijî dijmin e. Ev reng jî tên qedexekirin."

Bager li ser gerîlabûnê jî wiha axivî: "Ez tevlî nava refên gerîla bûm û hatim Xakurkê. Dema ku derketim cihê herî bilind ê Xakurkê min cara yekê azadî hîs kir. Îsal pratîka min a duyemîn e li Xakurkê. Niha li Xakurkê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa heye. Tevî gerîlayên ku hebûna wan coş û kelecanê dixe nava dilê min, şer dikim."

Gerîla Roza Bager diyar kir ku wê bibin şopdarên fermandar Agirî û wiha dewam kir: "Dijmin bi piştgiriya teknîkê kete herêmê. Leşker bi piştgiriya teknîkê dijî. Leşker nikare serê xwe ji kozika ku tê de ye rake. Me berxwedana xurt a Agiriyan, Berfînan dîtin. Li her çeperê destanên berxwedanê hene. Dijmin dibêje Xakurkê temam e. Lê niha li her devera Xakurkê heval di çeperan de şer dikin. Derbên giran li dijmin tên xistin."