Destan û lehengên Cenga Heftanînê

Sekna fedayî ya gerîlayên Cenga Heftanînê destanan dinivsînin. Gerîlayên azadiyê ji bo tolhilîna lehengên nemir, berxwedanê mezin dikin.

Şervanên azadiyê yên li dijî dijmin bi hêrsa tolhildanê lûleyên çeka xwe germ dikin, di berxwedana Cenga Heftanînê de têkoşîna rûmetê dikin. Gerîlayên tevlî karwanên şehîdan bûyîn; Çekdar, Tolhildan û Mawa bi kelecana pêş çalakiyê ji dagirkeran tolê digirin…

Jiyanek bû ku di dîrokê de mehkûmî ne heskirinê hatibû kirin. Dilê wan kirî çolistan, her demê destê xwe li ber yên qedera wan dinivîsan vekirin, zimanên wan ji bo wan dua dikir, di demeke wiha de hêviyek ku bibe nefesa jiyanê derket. Ji bajarê pêximberan canek ji asîbûna hewayê, merhameta baranê, ronahiya rojê û berekta avê ji hafizeya axê tê dinê, ji bo mirovahiyê dibe hêvî. Şopdarên vê ronahiyê lehengên nemir ên Cenga Heftanînê ne.

SEKNA FEDAYÎ YA GERÎLAYÊN AZADIYÊ

Ji dika jiyanê ya Rêber Apo lehengên axa xwe yek bi yek digihîne rojê. Bi heybeta çiyan, bi bereketa avê û ji pêtên agir derbas dibin gav bi gav dilên dibin hêvî, bi germaniha rojê dişewitînin hemû tirsê, tovên lehengî û asîbûnê li dilan direşînin. Şervanên azadiyê li hember yên kole dibin kole serî rakirin, bi ava sor ku axê pîroz dikin, mîna himêza dayikê bi rehm, li çiyayên bi qasî dîrokê berxwedêr dibin ruh û nefes, di her kêliya demê de, her kêliyê diçin şerê dijmin û xiyanetkaran didomînin. Sekna gerîlayên fedayî li Cenga Heftanînê destanan dinivîsînin.

Niha şoreşgerên serdemê li Heftanînê bê navber têkoşînê dikin, dîrok lehengên xwe bi xwe, di soriya berxwedanê de, şervanên azadiyê yên xaka xwe diparêzin daxivin. Şervanên Azadiya Kurdistanê li Cenga Heftanînê, bi awayekî li gorî dîroka xwe ya li wan hatî, li dijî dijmin û hemû teknîka şer, bi bawerî û hêza ku ji felsefeya Rêber Apo girtî, bi domdarî şer dikin.

‘FELSEFEYA RÊBER APO JI BO ME BES E’

Ji lehengên serdemê gerîla Çekdar hestên xwe yên li ser pêngava şoreşgerî wiha anîbû ser ziman:

“Dewleta Tirk a faşîst li Heftanînê dest bi Operasyona Lep (pençe) kirin. Li hemberî vê tevgera me jî li dijî hewldanên dijmin bi pêngaveke nû bersiv da. Hatina dijmin rehet be wê çûyîna wan bi tabûtan be. Li çiyan gerîla naqedin. Wê her demê gerîla li çiyan bimînin. Dibe teknîka dijmin hebe, dibe tank û topên wan hebe, felsefe û îdeolojiya Rêbertiya me heye, ev ji bo hemû hewldanên dijmin zêdetir e. Girêdayî vê cihgirtina di Cenga Heftanînê de ji bom me rûmetek e. Ji bo min a herî girîng tola şehîdên xwe rakirine. Divê dijmin vê bizane ku; gerîla wê li her cihê çiya bi bandor lê bidin.”

‘DI DEMA NÛ DE, WÊ ÇALAKIYÊN MEZIN BIBIN’

Gerîla Tolhildan jî ê di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de cih girt û şehîd ket, berî biçe çalakiyê ev gotibû:

“Ji bo çalakiyeke nû ketine navaa amadekariyan. Ji bo eyalet û tevgera me çalakiyekî girîng e. Di van rojên ku em nêzî 15’ê Sibatê dibin de, roja reş wê girîngiya çalakiya me derbixe holê. Gerîla bi çalakiyên ku li dar bixin, wê ji bo Komploya Navneteweyî ya dom dike bibe bersiv û derbên giran lê bidin. Li ser vê wateyê wê di dema nû de çalakiyên mezin bên kirin. Niha em amadekariyên yek ji wan çalakiyan dikin. Em jî cihê xwe di nava çalakiyê de digirin, di nava kelecaniya wê de ne.”

Bi berxwedana Cenga Heftanînê li çiyayên Kurdistanê bi domdarî destanên berxwedanê tên nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê vê dibêjin; ‘Ji bo gihandina xeyalên azadiyê li dergaha Azîmeyan, Viyanan û Esmeran li ser şopa wan bi têkoşîna bê kirin wê teqez bibe.”