Derya Denîz: Jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dixwaze bibe pêşeng

Endama Meclisa PJAK’ê Derya Denîz li ser polîtîkayên rejîma Îranê ya li dijî jinan axivî û got, “Jinan şoreşa zihnî pêş xistin û li ser vê esasê civakê ava kirin. Jinan ji bo van rastiyan li Rojhilatê Kurdistanê fedekariyeke herî mezin kirin.”

Endama Meclisa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Derya Denîz di bernameya Lapere a Radyoya Gel de, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, têkildarê polîtîkayên rejîma Îranê û bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin ên li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxandin kir.

Derya Denîz di serî de şehîdên têkoşîna azadiya jin bibîr anî û got, “Em destpêkê roja 8’ê Adarê li mîmarê azadiyê Rêber Apo, tevahî jinên cîhanê û têkoşerên jin ên ku 8’ê Adarê kirin roja berxwedanê, ên ku ji bo rojeke wiha canê xwe feda kirine, wan pîroz dikin. Em bejna xwe li ber şehîdên ku vê rojê kirin malê hemû jinan û civakê û wan bibîr tînin.”  

8’Ê ADARÊ YEKÎTIYA JINAN LI CIHANÊ XURT KIR  

Denîz destnîşan kir ku zîhniyeta pergala heyî her dem li ser esasê jiyana jinê tune bihesibîne û tune bike hatiye ava kirin û wiha got, “Pergala serdest bi salan e li dijî jinan di nava şer de ye. Jin her dem bûye qurbana sîstema qirêj a baviksalar. Lê di heman demê de ya ku herî zêde di vê cîhanê de bûye xwedî kedeke mezin û li dijî sîstemê şer kiriye, dîsa jin e. Heta niha jin mirovatî parastiye. Daxwaza jin her dem ji bo azadiyê û mafê xwe yê ku jê hatiye standine. Li dijî neheqî, qetilkirin û her cûre êrîşan, jin bûye xwedî sekn. Berdelên pir mezin jî daye. Di 8’ê Adarê de, di kargehekê de 129 jin ji ber daxwaza mafên xwe kirin, hatin şewitandin. Ev encama zihniyeta desthilatdar a herî qirêj e. Pergala serdest ji bo jin di bin desthilatdariya xwe de bigire, bi her rêbazî êrîş kiriye. Ji ber wê ne tenê 8’ê Adarê her roj ji bo me roja têkoşînê ye. Her roj bi sedan jin tên qetilkirin di encama vê zîhniyetê de. Êşên jinan hemû yek in. Daxwazên hemû jinan yek in. 8’ê Adarê yekîtiya jinan di cîhanê de xurt kir. Dema ku mijar dibe jin, ji kîjan qewmî, welatî, netewî an jî partî dibe bila bibe, ferq nake. Ev cûdatî hemû ji holê radibin. Ji ber cîhana jin ji bo xwe nîn e. Ji bo me hemûyan e. Di vê wateyê de ji bo mirovatî ye. Ne ji bo xwe ye, ji bo jiyaneke azad e. Ji ber vê hevgirtina jin dema ku çêdibe, hîn xurt e. Ev hevgirtin jî dibe qada têkoşîn û hevbeşbûnê.”

WÊ JIN AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ JI MIROVAHIYÊ RE BÎNE

 Derya Denîz li ser destkeftiyên jinan ên heta roja îro hatine bidestxistin ev nirxandin kir, “Di aliyê hiqûqî de her çend hinek maf hatibin bidestxistin jî, eger jiyan tê qetil kirin, nexwe gelek kêmahî heye. Dema tê gotin jin, ev yek tê wateya jiyanê. Jiyan tune dibe, mirov tune dibin, xweza tune dibe, exlaq tune dibe, çand û hebûn tune dibin. Mirov ji mirovbûna xwe derdikevin û tevlî zihniyeteke ku hatiye çêkirin dibin. Dixwazin her kesî li ser vî esasî çêbikin. Têkoşîna azadiyê li hember van rastiyan pêş dikeve. Di encama berxwedana 50’î salî de, ev têkoşîn digihêje asta herî jor. Jin bi saya têkoşîna azadiya Kurd îro gelek destkeftî bidest xistine. Jin êdî li ser esasê ku civakê azad bike û jiyaneke nû ava bike, têdikoşe. Rêber Apo ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk di cîhanê de were ava kirin, ev destkeftî kirin bingehê paradîgmaya xwe. Rêber Apo sîstema heyî wekî sîstemekî yek reng û yekdestdar pênase kir. Yê ku cîhanê ji vê zihniyet û sîstemê xilas bike jî, jin e. Rêbertî diyar kir ku wê jin, azadî û demokrasiyê ji mirovahiyê re bîne û bibe afirînera cîhaneke xweşik. Cîhana jin cîhaneke xweşik e. Paradîgma li ser esasê xweşik kirina cîhanê ye. Cîhaneke xweşik jî, jin di nav de be gengaz e.” 

  PERGAL LI HEMBER RASTIYA JIN JIYAN AZADÎ TIRSEK MEZIN DIJÎ

 Denîz diyar kir ku, zêdebûna êrîşên rejîma dagirker a Îranê li dijî jinan ne rewşek ji rêzê ye û wiha got, “Rejîma dagirker a Îranê, rejîmeke sêdarê ye. Navê xwe li ser e. Rastiyeke Îran û Rojhilatê Kurdistan heye. Têkoşîn hatiye meşandin û berdêl hatine dayîn. Berdêl hatin dayîn şûnde, pêwîste çandek were rûniştandin ku bibe malê civakê. Dema bû malê civakê, wê demê dibe exlaq. Pergal li hember rastiya Jin, Jiyan, Azadî tirsek mezin dijî. Rabûna gel li dijî sîstem û zihniyeteke 5 hezar salî, di bin pêşengtiya jin de, çekekî herî mezin îfade dike li dijî dagirkeran. Ji bo dagirkerî têk neçe wê çi bikin? Ji bo gel bitirsînin û bêdeng bikin, ancax bidarve bikin, bigrin û jehrî bikin. Yên ku pêşengtî ji civakê re dikin û têdikoşin, yek jê dibistan in. Ji ber dibistan û zanîngeh cihê bi hevre bûnê ye. Mirov li wir kom dibin. Ew mirov dema kom dibin, rastiyeke hevpar ava dibe û xwedî li wê rastiyê derdikevin bi hev re. Xwendekarên ciwan li dijî dagirkeriyê helwesta xwe nîşan didin û dibêjin ku ew sîstema heyî ya perwerdehiyê qebûl nakim û bi vî şêwazî naxwazin bijîn. Jin dixwaze di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bibe Rêber. Rêber Apo jî bi têkoşînê ev derfet ava kir.” 

EV ŞOREŞEKE ZIHNIYETÊ YE

Derya Denîz destnîşan kir ku rejîma dagirker a Îranê ji bo tebisandina berxwedana jinan rêbazên qirêj pêk tîne û wiha dewam kir, “Ji bo gelan jin nirx e, lê ji bo desthilatdaran ne nirxe. Hemû desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe hene, ne ji bo parastina nirxên civakê ne. Dema Jîna Emînî hate şehîd xistin, civak bi ser rejîma dagirker a Îranê de verişiya. Sîstem rastiya jin dizane. Dizane a ku herî zêde di cîhanê de hatiye serkut kirin û bê maf hatiye hiştin jine. Ya ku vê rastiya sîstemê qebûl jî nake, jin e. Rejîma dagirker a Îranê her dem ji jinê tirsiyaye. Ya ku di şoreşa Îranê a sala 1979’an de herî zêde rol lîst, jin bûn. Yên ku rola esasî di vê şoreşê de jî lîstin, jin bûn. Ji ber vana hema yekser bidarve nekir. Lê bi rêbazên dîtir pir tiştan kir. Bi destavêtin, bi îtîrafa zorî, bi siyaseta reş kirinê, bi derxistina zarokên gel di medya de û dayîna axaftin, şerekî pir taybet hat meşandin, ji bo ku şoreşa civakê were vala derxistin. Gel xwedî li wan zarokên xwe derket û rastiya rejîmê tehşîr kir. Rejîm bi van siyasetan dixwaze mirovan bê îrade bike. Hinek kes di zindanan de êşkence kirin û piştre berdan. Dixwestin tirsê belav bikin. Gel li dijî hemû pêkanînên rejîmê dengê xwe bilind kir. Salên borî li dijî destavêtina jinekê, bêdengiyek hebû. Lê Şilêr Resûlî li dijî êrîşa destavêtinê bêdeng nema, berdêl da û bi vê re rastiya zihniyetekê deşîfre kir. Îranê çiqas xwest van rastiyan veşêre jî, jinan zêdetir ew derxistin holê û li dijî kiryarên dewletê sekinîn. Qirêjahiya hezarê salan a vê sîstemê derxistin holê. Heta zilamên ku di zindanên Îranê de rastî destdirêjiyê hatine, ji jinan cesaret girtin û rastiyan eşkere kirin. Ev dide diyar kirin ku zihniyet tê şikandin. Têgehên şerm û eyb e ya ku ji aliyê sîstemê ve hatiye ferz kirin, bi vî awayî tê şikandin. Jinan şoreşa zihnî pêş xistin û li ser vê esasê civakê ava kirin. Jinan ji bo van rastiyan li Rojhilatê Kurdistanê fedekariyeke herî mezin kirin.”