Dersimê dişewitînin, rê nade ku bê vemirandin jî

Şewata li Geliyê Roj a dersim hê jî dewam dike. Artêşa Tirk rê nade ku dildarên ku dixwazin şewatê vemirînin.

Şewata ji ber topbarana artêşa Tirk a li herêma Geliyê Roj a li navenda Dersimê derketî hê jî dewam dike. Dildarên ku dixwazin şewta ku bi rojan e dewam dikin vemirînin, hêzên dewletê rê nadin.

Komek dildar serê sibê ji bo mudaxeleyî şewatê bikin ber bi herêmê ve derketin rê. Koma dildaran ji Qereqola Gokçek re ragihandin ku ew ê biçin herêma şewatê. Leşkeran ji dildaran re got li cihê şewatê herêma operasyonê ye, bi ti awayî nikarin ewlehiya canê wan bigirin, yekîneyên wan veşartî li herêmê ne û ew ê nikaribin bikevin pêşiya tiştek biqewime.

‘ME ASTENG DIKIN’

Dildarê xwezayê Haydar Çetînkaya got: “Bila hemû dinya vê wisa bizanibe, Newala Roj a Dersimê 5 roj in dişewite. Mudaxeleyek jî nehatiye kirin. Bi hinceta ewlehiyê destûra mudaxeleyê nayê dayîn. Me xwest em bê destûr biçin herêmê. Lê mixabin ji ber xetereya rewşa ewlehiya can em neçar man vegerin. Bêyî mudaxele em bikin vegeriyan, ji ber vê yekê jî em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin.”

 ‘ŞEWAT DIDOME, RÊVEBER RAYA GIŞTÎ DIXAPÎNE’

Çetînkaya anî ziman ku lazim e mudaxeleyî şewatê bê kirin û got: “Em vê diyar bikin, ev wisa nabe. Divê teqez astengiyên qanûnî rabin û demildest bi balafirên vemirandinê mudaxeleyî şewatê bê kirin. Erdnîgariyek dişewite û tine dibe. Hê jî hinek derdikevin dibêjin ‘şewat nîne hatiye vemirandin. Dixwazin wisa raya giştî bixapînin.”