Dersim: Pêngavên gerîla wê piştî 15'ê Tebaxê hê encamgir bin

Dersim: Pêngava ku gerîla ji Zagrosê heta Cîlo, ji Xakurkê heta Zapê û Avaşînê, ji Dersimê heta Derya Reş daye destpêkirin, wê piştî 15'ê Tebaxê bi rengekî hê xurt bi bandor û encamgir dewam bike.

Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Seyîtxan Dersim ji ANF'ê re axivî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û fermandarê gerîla yê efsanewî Mahsûn Korkmaz (Agît) û şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Dersim diyar kir ku beriya pêngava 15'ê Tebaxê, ji ber ji Dersimê ye pêngav ji dûr ve şopandiye û got, "Wê wextê, ji ber polîtîkaya koçberiyê û asîmîlekirinê ya dijmin, em dûrî cih û warên xwe bûn, em li navenda Amedê bi cih bûn."

Dersim anî ziman, ku piştî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan di berxwedana zindanê de şehîd bû, dayik û bavê wî ku dostên wan ên malbatê bûn, bi heman li Amedê sekinîn. Dersim ragihand, bi saya dayik û bavê Mazlûm Dogan û kekê wî, wî hê ji nêz ve Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kiriye û wiha dewam kir:

"Dijmin ji aliyekî ve bi polîsên sivîl û leşkeran zext li malbata min dikir li aliyê din jî ji ber ku em xwedî li wê malbatê derdiket, bi wesayitên li dewriyê digeriyan timî mala me kontrol dikirin."

Dersim destnîşan kir, ku bi zêdebûna zext û zordariyê re meraqa wî ya ji bo fêhmkirina vê rastiyê roj bi roj zêde bû û ev yek di dilê wî de veguherî tofanekê, veguherî agirekî.

Dersim di dewama axaftina xwe de anî ziman, ku tifaqa AKP û MHP'ê ya di şexsê dîktatoriya Erdogan de derkete holê, versiyoneke cuda ya darbeya 80'î ye û wiha dewam kir:

"Bi rewşa awarte re, bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de, hemû erk xistiye nava lepên xwe û bi polîtîkayên ji yên serdema 80'î pavşerûtir, hewl dide gel bêdeng bike û îdîa dike ku wê gerîla biqedîne. Çawa ku darbeya 80'î di hucreyên bingehîn de têk çû, bi pêşengiya gerîla hevalê Mahsûn korkmaz vejîn û serketin di şexsê xwe de şênber kir û bi ruhê pêngava mezin rêya azadiyê nîşanî me da, darbeya niha jî wê bi saya pêngavên li gelek parçeyên Kurdistanê bê têkbirin."

Seyîtxan destnîşan kir, ku Pêngava ku gerîla ji Zagrosê heta Cîlo, ji Xakurkê heta Zapê û Avaşînê, ji Dersimê heta Derya Reş daye destpêkirin, wê piştî 15'ê Tebaxê bi rengekî hê xurt bi bandor û encamgir dewam bike. Dersim got, "Ev yek wê hê zû dawî li hikumeta AKP û MHP'ê bîne."

Di dawiya axaftina xwe de Dersim cejna vejînê li gel pîroz kir.