BI DÎMEN

Dersim li ber xwe dide, Hevseroka Giştî ya DBP’ê hat bajêr

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo piştgiriyê bide berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Dersimê, hate bajêr.

Piştî desteserkirina şaredariya Dersim a di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şaredariya Pulur a di bin rêveberiya Partiya Gel a Komarê (CHP) de, her devera bajêr bû qada berxwedanê.

Gel li dijî rejîma xespê, herikî qadan. Piştî ku polîsan bi bombeyên gazê û ava bi tazyikê êrîşî kir, li kolanan agir hate vêxistin û barîkat hatin danîn.

Ciwan belavî her kolanên bajêr bûn û berxwedan domandin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî hate Dersimê û bi hatina wê re, li avahiya DEM Partiyê ya li Dersimê civîn hate çêkirin.