Dersên ku divê ji xeta Bêrîtan bên derxistin!

25'ê Cotmehê ji bo jinan û Kurdan êdî demeke rûtîn an jî ji rêzê nîne. Beriya niha bi 25 salan, Bêrîtan (Gulnaz Karataş) dawî li rûtînbûna vê rojê anî.

Welê dawî lê anî, ku ji bîranîneke rûtîn a salvegera 25'ê Cotmehê wêdetir bandoreke xurt kir. Weke felsefe, îdeolojî, siyasî û ji vê jî wêdetir li dijî xiyanetê weke xetekê, seknekê û pîvana berxwedanê cihê xwe di dîrokê de girt. Kevneşopiya berxwedana Dersimê ya ji Zarîfe û Besêyan girtî, bi rastiya PKK'ê ya ku tevgereke şoreşger a hemdem û sosyalîst e kir yek û bû nasname û kesayeteke bi vî rengî.

Hevrê Bêrîtan, di mezintirîn operasyoa tinekirinê de, ku dewleta Tirk bi piştgiriya rêxistinên Kurd ên Başûrî li dijî gerîla pêka nî û weke 'Şerê Xiyanetê yê 92'an tê naskirin, dema ku li eniya Xakurkê şer dikir, piştî ku fîşekên wê qediyan ji bo bi saxî nekeve destê dijmin xwe ji zinar avêtibû. Em, komek ji hevalên jin, demeke kin piştî şehadeta hevala Bêrîtan li Şamê li gel Rêber Apo rûniştibûn. Name û rojnivîsa hevrê Bêrîtan hê nû gihaştibûn û destê Rêber Apo de bûn. Bi gotina 'Bêrîtan (Gulnaz Karataş) kî ye, temsîla çi dike?' dest axaftina xwe kiribû. Me jî digot, yek ji me ye ku li ber xwe dide û têdikoşe û bi vî rengî me li Rêbertî guhdarî dikir. Belê, Bêrîtan yek ji me bû, lê temamiya me bû û ji wê jî wêdetir, rastiyeke cuda temsîl dikir. Di destpêkê de me kûrahiya vê yekê nedîtibû. Rastiya ku hevrê Bêrîtan wê wextê pê hesiya û helwest nîşan da, me piştre fêhm kiribû. Ji aliyê Kurdan ve, ew xeta zirav a navbera berxwedan û teslîmiyetê di dema xwe de dît, bi bîr û baweriya 'berxwedan rê li ber serketinê, teslîmiyet rê li ber xiyanetê vedike' helwesteke dîrokî nîşan da û li şûna ku teslîm bibe xwe ji zinêr berda xwarê.

Helwest û sekna ku hevrê Bêrîtan wê rojê li hemberî xiyanetê nîşan da, bû pîvana diyarker a têkoşîna berxwedana gerîla ya 25 salan. Hevrê Bêrîtan ast û pîvan diyar kiribû, ku gerîla têkoşîna xwe di vê xetê de mezin bike, belav bike, li çar parçeyan veguhere hêzeke ku têk neçe û bibe xwedî xeteke fedayî ya paşve gavê neavêje. Hevrê Bêrîtan, gelekî baş dît ku xiyanet rê li ber encameke çawa vedike, lewma xwe ji zinar avêt. Nîşaneya rastxwendina dîrokê û destnîşankirina stratejiyê li gorî vê bû. Weke gel em îro baştir dibînin, ku yên ji helwesta hevrê Bêrîtan a li dijî xiyanetê ders dernexistine, rê li ber encameke çawa vedikin.

Piştî 25 salan, li bingeheke cuda ya Başûrê Kurdistanê, li Kerkûkê bêyî fîşekekê biteqînin bajar teslîm kirin. Em careke din pratîka wê zîhniyetê dibînin, ku gel terikandiye û reviya ye. Belê, travmaya Şengalê hê ji holê ranebûye, ku civaka me ya Êzidî di nava komkujiyê de hate hiştin, jinên Kurd ên Êzidî di nava lepên çeteyên tecawizkar de hatin hiştin û mîna koleyan hatin firotin.

Di navbera vekişîna bi berxwedanê û terikandin û destjêberdanê de xeteke mezin a xiyanetê heye. Di xala yekemîn de; tu hemû hêz, danhevî û derfetên xwe seferber dike, têdikoşe, lê bi ser nakeve û neçar dimîne xwe vekişîne. Ev yek biryardarî û berxwedana têkoşînê xurt dike, qels nake û rewşeke demî ye. Lê ya duyemîn; tu tiştekî nake û ji berê ve ji bo xatirê berjewendiyên biçûk teslîm dike, dest jê berdide û diçe. Mîna ku li Kerkûk û Dûzxurmato hate dîtin, tu gel di nava hêzên kujer de dihêle û direve. Ev çûyîn û rev, terikandina hêvî, danhevî, çand, civakî û dîroka gel e. Ev terikandin, xiyaneta herî mezin e û cebirandina wê zehmet e. Ji ber ku ev terikandin rê li ber hişmendiyeke teslîmkar vedike, ku dibêje 'li pêşberî dewletan têkoşîn nabe'. Ji xwe propaganda vê yekê niha gelekî li Başûrê Kurdistanê di nava gel de tê kirin. Mekanîzmaya siyasetê ji bo berpirsyariya vê yekê neavêje ser milê xwe, serweriya hêz û teknîkê weke hincet nîşan dide û hewl dide vê yekê bi gel bide qebûlkirin. Ev gotin û propaganda gelekî xetere ye û bêbaweriya ji parastinê dixe nava gel. Gelekî xetere ye.

Nexêr, berxwedan dibe, berxwedan bi rengê Bêrîtan dibe. Xeta Bêrîtan, biryardarî û baweriya ji hêza xwe ye. Hişmendiyeke welê afirandiye, ku gelekî li ber xwe bide û têbikoşe wê teqez bi ser bikeve. Hişmendiya îdeolojîk, nêrîna felsefî, siyaset, tercîha jiyanê û tifaq hemû dema ku xwe bispêrin hêza xwe, dikarin bi ser bikevin. Siyseta li Başûrê Kurdistanê ya li ser têkiliya berjrewendiyên biçûk, malbatî û eşîrî, bêguman para xwe di vê rewşê de heye. Lê belê ji vê yekê jî wêdetir, nêzîkatî û feraseta ku xwedî stratejiyeke têkoşînê ya xwe dispêre hêza xwe nîne, timî xwe dispêre hêzekê û li bendê ye ku hêzeke ji derve dest li hevrikên wê werde, di xiyaneta roja îro de roleke diyarker lîstiye.

Gelê Kurd bi berxwedanê hebûna xwe parastiye. Bi encama dehan tecrûbeyan dîtiye ku esasê têkoşîn û daxwaza jiyana azad, xweser an jî serbixwe, bi xwespartina li hêza xwe dibe. Ji Mûstafa Berzencî û pratîkên berxwedanê yên piştî wê û heta roja îro, helwesteke ku xwe naspêre hêza xwe û li gorî nakokî, şer an jî lihevkirina hêzên navneteweyî û herêmê rewşa xwe diyar dike, hatiye nîşandan.

Ji hêzên başûrê PDK û YNK rewşeke bi vî rengî beriya niha jî jiya bûn, lê ya vê carê jê gelekî tirsnak e. Ji gelek mînakan em zanin, ku her du hêz bi wergirtina piştgiriya hêzên mêtinger û emperyalîst re hewl dane yekê ji xwe tasfiye bikin. PDK'ê bi salan ji AKP'ê destek girt û hewl da PKK'ê tine bike. Lê îro berdêla giran a vê yekê dide.

Eşkere ye ku pirsgirêk îdeolojîk e, kûrnebûna stratejîk e, nekirina siyaseteke rast û bi pîvan e, li gorî hesabê têkiliyên rojane û qirêj hewldana tasfiyekirina hevrikê xwe ye, nekirina têkoşîn û berxwedana xwe dispêre hêza xwe ye. Van hemûyan bi gelê me dan windakirin.

Berxwedana xurt û mezin a PKK'ê ku berxwedana Bêrîtan derxist holê, misogeriya herî mezin e. Misogeriya herî mezin a ji bo berxwedan û têkoşînê ye. Berxwedana bi heybet a xwerêveberiyê ya li Bakur, berxwedana xwerêveberiyê ya bi heybet a li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûr a bi fermandariya fermandar hevrê Çiyager ku di nava dorpêçiyê de bêyî destekê ji derve bigirin bi heybetî li ber xwe dan, nîşan da bê berxwedana bi heybet çawa dikare bê kirin. Berxwedana xwerêveberiyê di vî warî de mînak e û navê berxwedana mezin e. Miroveke/î bi tenê ne teslîm bû, ne jî dest ji berxwedanê berda.