Deriyê sînor ê Xabûrê radestî Bexdayê hate kirin
Li gorî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê, hat ragihandin ku deriyê sînor ê Xabûrê jî radestî rêveberiya Bexdayê hatiye kirin.
Li gorî peymana navbera Hewlêr û Bexdayê, hat ragihandin ku deriyê sînor ê Xabûrê jî radestî rêveberiya Bexdayê hatiye kirin.
Piştî referandûmê, di serî de Kerkûk gelek herêmên Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta federal a Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin.
Li gorî peymana di rojên dawî de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate mohrkirin, deriyên sînor tên radestkirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, deriyê sînor ê Xabûrê radestî rêveberiya Bexdayê tê kirin. Tê payin, deriyê sînor îro bê radestkirin.
Tê gotin, rêveberiya Hewlêrê balafirgeh jî radestî Bexdayê kiriye û ev yek wê di demeke kin de pêk were.