Deriyê sînor ê Perwêzxanê tê vekirin

Deriyê sînor ê Perwêzxanê, ku piştî referandûmê ji aliyê Îranê ve li bazirganiyê hatibû girtin, sibê ji nû ve li bazirganiyê vedibe.

Deriyê sînor ê Perwêzxanê, ku di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye û piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve li bazirganiyê hate girtin, sibê ji nû ve li bazirganiyê tê vekirin.

Deriyê sînor ê Başmaxê jî, berî çend rojan li bazirganî û derbasbûna tankerên petrolê hatibû vekirin.

Deriyê sînor ê Hecî Omeran ku yek ji 3 deriyên sînor ên fermî yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye, hê nediyar e bê kengî li bazirganiyê were vekirin.

Rejîma Îranê, deriyê sînor ê Perwêzxanê roja 14'ê Cotmehê li bazirganiyê girtibû.