Deriyê sînor ê ku şeş caran hate vekirin, cara heftan hate girtin

Deriyê sînor ê Wan Îran Kapikoy-Razî ku heta niha şeş caran ji aliyê AKP'ê ve bi merasîma fermî hate vekirin careke din hate girtin.

Deriyê sînor ê Kapikoy-Razî yê li ser sînorê Wan, Îranê veguheriye êş û azareke mezin. Deriyê sînor ê ku sala 1991'ê hate vekirin, sala 2004'an bi îdîaya 'tevkariyê li rêxistinê dike' ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê AKP'î Kurşat Tuzmen ve hate girtin û her cara beriya hilbijartinê ji aliyê rayedarên AKP'î ve bi merasîmên fermî hate vekirin. Deriyê sînor herî dawî ji ber şewba ku sala 2020'î dest pê kir, hate girtin. Meha Nîsanê ji nû ve hate vekirin, lê meha Tîrmehê careke din hate girtin. Rayedarên Tirk di vê mijarê de Îranê sûcdar dikin, aliyê Îranê jî Tirkiyeyê sûcdar dike. Zor û zehmetî jî li mirovên herêmê dibe ku rojane ji 50 heta 100 TL'î hatineya xwe ji deriyê sînor heye û bi vî rengî debara xwe dike.

ŞEŞ CARAN HATE VEKIRIN, HEFT CARAN HATE GIRTIN

18'ê Tîrmeha 2009: Piştî civîna Dema 6'emîn a Komîteya Hevpar a Bazirganiya Sînor a Tirkiye-Îranê ku 2 rojan dewam kir, Alîkarên Musteşarê Bazirganiya Derve ya herdu welatan protokol îmze kirin.

24'ê Cotmeha 2010: Navendên Bazirganiya Sînor ku esnafên bajarê Hoyê yê Komara Îslamî ya Îranê û Wanê di nav de ne, li navçeya Sarayê ya Wanê li Deriyê Sînor ê Kapikoy-Raziyê bi merasîmekê hate vekirin.

16'ê Nîsana 2011: Bi merasîmeke ku Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû tevlî bûbû, hate vekirin.

10'ê Cotmeha 2015: Bi beşdariya Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, parlamenterê Wanê yê AKP'ê û Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay bi merasîmekê hate vekirin.

19'ê Adara 2019: bi beşdariya Wezîrê Bazirganiyê Rûhsar Pekcan û Serokê TOBB'ê Rifat Hîsarciklioglû bi merasîmekê hate vekirin.

14'ê Nîsana 2021: Ji ber şewbê ku 14 mehan girtî bû, deriyê sînor bi merasîmekê ji nû ve hate vekirin.

'HIKUMET WÊ WEKE SOZEK JI BO HILBIJARTINÊ BI KAR BÎNE'

Taylan Dûrmaz ku bi salane xwediyê fîrmaya mînîbusê ya rêwiyan dibe deriyê sînor anî ziman ku hikumet dixwaze deriyê sînor ê Kapikoy-Razî weke sozeke hilbijartinê bi kar bîne. Dûrmaz got, "Herdu alî jî naxwazin. Armancên sereke yên herdu dewletan cuda ne. Li vir ez û bi sedan mirovên mîna min sal û nîveke mexdûr in. Serlêdanên me bêencam man. Mirov li vê derê bi buhayekî kêm weke 50-100 TL'î bazirganiyê rojane li vir dikin, lê wê jî asteng dikin. Tişta ku li deriyên sînor ên din ên Tirkiyeyê nayê kirin, li vir tê kirin. Ev yek bandoreke neyînî li bazirganiya Wanê dike."

'DERIYÊ SÎNOR HEYE, LÊ KAR NAKE'

Emre Deger ku li deriyê sînor ê Kapikoyê debara xwe dike, wiha axivî, "Ti bazirganî nîne. Tenê derbasbûna transît heye, ew jî ji ber şewbê hatiye girtin. Serokkomar dawiya meha Gulanê ji bo derî dem diyar kir, ji bo vekirina derî merasîm hate lidarxistin. Deriyê sînor ê Kapikoyê ji nû ve hate girtin. Ketin û derketin nîne. Li deriyê sînor ti kar nîne. Rewşa deriyê sînor ê Bajêrgeh û Bazîdê jî bi heman rengî ye."