Deriyê KCD’ê yê sibehê avêtibûn ser, hate mohrkirin

Li Amedê deriyê avahiya KCD’ê yê polîsan bi ser de girtibû, hate mohrkirin.

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê serê sibehê polîsan avêtin ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê û gelek kelûpelên wê desteserkiribûn. Polîsan deriyê KCD’ê şikandibûn û ketibûn hundir. Lêgerînê heta saetên nîvro dewam kir. Piştî lêgerînê çend saet şûn ve polîsan deriyê KCD’ê mohr kir.

Mohrkirina KCD’ê li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê pêk hat û polîs û maşîneyên zirxî li ber deriyê KCD’ê hatin bicihkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê KCD’ê de biryara binçavkirina 64 kesan hatiye girtin û heta niha 42 kes hatine binçavkirin.