Deriyê bertîlê yê AKP'ê: Deriyê Sînor ê Gurbûlakê

Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Rojhilatê Kurdistanê de ye, bûye deriyê bertîlê. Yên ku bazirganiya li ser sînor dikin, heta ku bertîlê nedin karmendên delweta Tirk nikarin kar bikin.

Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku di navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û Rojhilatê Kurdistanê de ye, bûye deriyê bertîlê. Şêniyên herêmê yên dixwazin bazirganiyê li deriyê sînor bikin, neçar dimînin ku bertîlê bidin wezîfedarên dewletê. Polîs û karmendên li deriyê sînor, piştî ku bertîl standin dihêlin ku wesayitên ji Îranê tên derbas bibin. Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku weke deriyê bertîlê tê naskirin, beriya niha jî bi bûyerên bertîlê ketibû rojevê.

Li Kurdistanê ku dewleta Tirk ambargoya aboriyê daniye ser, sewalkarî, çandinî, tûrîzm û karê bazirganiyê gelekî kêm e. Ji ber ambargoya aboriyê bêkarî û xizanî gelekî zêde ye. Li vî bajarê ku nifûsa xwe di ser 510 hezar kesî re ye, ji sedî 70'ê yê şêniyên herêmê bêkar û xizan e. Di sala 2022'an de bajarên herî xizan bi vî rengî hatibûn diyarkirin: Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Agirî, Qers, Îdir, Erdexan. Di sala 2021'ê de jî Agirî, Riha û Wan weke bajarên herî xizan hatibûn destnîşankirin. Bajarên li Tirkiyeyê jî weke bajarên herî dewlemend hatibûn diyarkirin. Ji ber ambargoya aboriyê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi zanebûn dimeşîne, her sal bi hezaran kes ji bo kar bikin neçar dimînin ku koçî bajarên Tirkiyeyê bikin.

DERIYÊ BERTÎLÊ YÊ DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê

Li bajarên Kurdistanê yên ku Asya Navîn bi Rojhilat û Ewropayê ve girê didin, piraniya deriyên wan ên sînor girtî ne. Li deriyên sînor ên vekirî jî bazirganî kêm tê kirin. Deriyên sînor ên li bajarên Colemêrg, Wan, Agirî û Îdirê veguherîne çerxa bertîlê ya dewletê. Deriyê Sînor ê Gurbûlakê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê yek ji vê çerxa bertîlê ye.

Ji vî deriyê sînor ê navbera Agirî û Rojhilatê Kurdistanê her sal gelek wesayit derbas dibin. Li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ku deriyekî girîng ê bazirganiyê ye ji bo Agirî û navçeyên wê, heta astekê destûr ji bazirganiyê re tê dayin. Kesek dema ku malekî ji Îranê bîne Agiriyê, neçar t^ehiştin ku bertîlê bide rayedarên Tirk ên li ber derî wezîfedar in. Şêniyên herêmê gazinan dikin ku beşeke zêde ya qezenca xwe weke bertîlê dide.

'HETA KU BERTÎLÊ NEDIM NIKARIM MAL BÎNIM'

Karsazekî li navçeya Bazîdê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê wî bê nivîsandin qala çerxa bertîlê ya li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê kir: "Salên dûr û dirêj e ji Îranê malên cuda tînim Agirî û navçeyên wê. Em bazirganiyê dikin, lê belê di nava şert û mercên gelekî giran de dixebitin. Em nikarin li gorî dilê xwe ji Îranê mal bînin. Ji yên ku tînin jî em nikarin qezenceke têrker jê bikin. Bi salan e em neçar dimînin ku beşeke mezin a qezenca xwe li deriyê sînor bidin wezîfedarên Tirk. Bêyî ku bertîlê bidim nikarim mal bînim. Mîna min gelek kes neçar dimînin bi vî rengî kar bikin. Em naxwazin bertîlê bidin. Eger tu bertîlê nede wezîfedarên dewletê tu nikare kar bike. Rayedarên dewletê hemû zanin ku li vî derî bertîl tê standin û mirov têne mexdûrkirin. Piraniya mirovên li vir hatine wezîfedarkirin ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatine bicihkirin. Rayedarên desthilatdariyê jî para xwe ji bertîla li vê derê werdigirin. Ev deriyê ku bi salan e çerxa bertîlê lê digere bûye deriyê bertîlê yê AKP'ê."