Dêrgulê amade ye xwe nû bike

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Dêrgulê Zozan Aksû diyar kir, serketina wan hem ji bo wan hem jî ji bo Dêrgulê wê bibe nûbûneke baş.

Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Bajarokê Dêrgulê Zozan Aksû diyar kir, kooperatîfbûn û karên jinê wê armancên wan ên bingehîn bin.

Zozan Aksû (27) li ser karê xwe yê ji bo hilbijartinê û projeyên xwe yên ji bo Dêrgulê agahî da.

Aksû li Dêrgulê ji dayik bû û mezin bû. Aksû qala jiyana xwe kir û got, "Ez li dibistana mayinde ya dewletê dimam. Li wir axaftina bi Kurdî qedexe bû. Em jî bi israr diaxivîn. Li ser vê yekê, mamosteyê me yê sinifê ji me re got, serê her gotineke bi Kurdî divê 10 quriş ceza bidin. Ji ber ku ez li dij derketim, mamoste li min xist. Dema ku çûm malê ez giriyam û min ji malbatê re got ku naxwazim careke din biçim dibistanê. Dayika min li vê yekê hêrs bû, lê dîsa jî ez bir dibistanê û ji min re got ku heta dibistanê neqedînim neyêm malê. Vê yekê bandoreke giran li min kir."

BI SAYA AZADIYA WELAT

Aksû ku lîse li navenda Şirnexê xwend, anî ziman ku bi saya rojnameya Azadiya Welat wê nehiştiye ji aliyê ziman ve asîmîle bibe. Aksû 2 salan li Zanîngeha Dîcleyê perwerdeya zîreetê dît û ji sala 2009'an û vir ve di karê partiyê bi rengekî aktîf cih digire. Aksû salek û nîvê li Girtîgeha Oltû ya Erzûrûmê hate hiştin. Piştî ku ji girtîgehê derket, karê xwe ji cihê mayî dewam kir.

KOOPERATÎF Û KARÊ JINÊ

Aksû diyar kir, dema ku hate hilbijartin wê ev yek ji bo bajarokê wan rê li ber nûbûnê veke û got, "Projeyên me wê bi giranî di çarçoveya kooperatîfan de be. Tevî vê yekê, karên ji bo jinan jî wê bi giranî bibe karê me yê sereke. Li bajarokê me mixabin karê ji bo jinan gelekî kêm e."