Derewa qeyûmê heta dema razanê ye..

Qeyûma AKP’yî Şaredariya Artemêtanê ya DBP’ê ku bi nelirêtiyê tawanbar dikir, 22 caran seh kir. Têkildarî şaredariyê nekarî yek lêpirsînê jî veke.

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Artemêtanê ya Wanê, Atif Çîçeklî Şaredariya Artêmetanê bi nelirêtiya 8.5 trîlyonî tawanbar dikir, di salekê de 5 kez ji hêla dîwana mihesebeyê ve 5 caran û ji hêla mifetişan ve 17 caran seh kir lê derkete holê ku nekarîn yek lêpirsîna îdarî jî vekin.

 ‘’ME BÛDÇEYA XWE JÎ BI GEL RE PAR VE DIKIR’ 

Rayedarên Şaredariya Artemêtanê ya DBP’ê ku li ser îdîayên nelirêtiyê em bi wan re axivîn, gotin, ‘’Ên ku bi darê zorê dest li ser şaredariyên me danîne bi ti awayî ne muxatabê gelê me ne. Em ji xwe re weke êşkenceyê dibînin ku bersivê bidine vê hişmendiya dagirker ku ne muxatabê me ne, lê ji bo berpirsyariya me ya li gelê me, em xwe neçar dibînin ku daxuyaniyê bidin. Em ên ku bi dengên rewa ji bo Şaredariya Artemêtanê hatin hilbijartin, ji dema ku em hatin ser kar heta bi 11’ê Îlona 2016’an , dema ku em hatin ser kar, em bi hişmendiya şaredariyê, ku rêgezên rêveberiya me ya xwecihî ne, xwe dispêrê gel, wekhev, zelal tevgeriyan. Hemû raya giştî, çapemenî şahidê vê ne. Her salê me her tişt bi zelalî dihate hişkerekirin, me bûdçeya xwe jî bi gel re amade dikir. Me tabloya bûdçeyê bi gel re par ve dikir.