Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn

Rojnameger Denîz Firat ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya 4 sal beriya niha li ser Mexmûrê pêk hatî de şehîd ketî, li Mûxmûrê hat bibîranîn.

Rojnameger Denîz Firat, 4 sal beriya niha di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr şehîd ketibû. 4. Salvegera şahadeta wê de bi tevlîbûna şêniyên wargehê û malbatê, li Saziya Malbatên Şehîdan hate bibîranîn.

Di merasîma bibîranînê de dayika Firat Sûltan Yildiztan axivî û wiha qala Denîz Firat kir: “4 sal beriya niha Denîz Firat, dema ku êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî wargehê bi kameraya xwe dikêşa, hat şehîdxistin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey armanc û doza Denîz Firat bin.”