'Dengê ji Îmraliyê bê wê têkoşîna aştiyê xurtir bike'

Hevserokê Giştî ıyê HDP'ê Sezaî Temellî bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir ku yekane sedema polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê tecrîda li ser Ocalan e. Temellî got, "Em baş pê zanin ku dengekî ji Îmraliyê bê, wê têkoşîna aştiyê xurtir bike."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî polîtîkayên AKP'ê yên dema dawî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Li ser polîtîkaya serdema nû ya HDP'ê Temellî got, "Em ê vê têkoşîna xwe ya li qadan, li meclîsê jî bidomînin. Em ê meclîsê bikin qadeke têkoşînê ku dengê rastiyê lê bilind bikin. Me her tim got, 'Em ê siyasetê li meclîsê tengav nekin'. Em ê siyasetê civakî bikin, civakê jî siyasî bikin."

BERIYA HER TIŞTÎ EM Ê JI QEYÛMAN RIZGAR BIBIN

Temellî işaret bi girîngiya têkoşînê kir û got, "Bêguman hilbijartin jî xaleke girîng a têkoşînê ye. Çawa ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de li hemberî zext, komkujî, girtin û şîdeta giran em ji bendê derbas bûn û me nehiştin ku xeyala 400 wekîlî ya Erdogan pêk were, dema bê jî em ê li ser heman xetê têkoşin. Beriya her tiştî em ê bi hev re ji van qeyûman rizgar bibin. Em ê qeyûman biqewirînin. Bila kes nekeve nava şik û gumanan."

Sezaî Temellî destnîşan kir ku gelê Kurd wê careke din xwedî li îradeya xwe derkeve û bi îradeya xwe ya siyasî xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Temellî diyar kir ku têkoşîna li dijî qeyûman têkoşîna li dijî faşîzmê ye û got, "Rêya rizgariya ji vê zîhniyeta qeyûman jî geşkirina têkoşînê ye. Hilbijartinên xwecihî jî beşek ji vê têkoşînê ye."

YÊN KU LI BER ŞEWATA LI DERSIMÊ RANABIN, PARÇEYEKÎ VÊ ŞERMÊ YE

Di dewama axaftina xwe de Temellî şewata li Dersimê û gelek herêmên Kurdistanê nirxand ku bi destê rejîma AKP'ê ve hatiye derxistin û ev tespît kir: "Du lingên vê desthilatdariyê hene. Yek jê polîtîkayên şer e, ya din jî polîtîkayên nelirêtiyê ye. Polîtîkayên xwe yên şer li hundir û derve bi dijminatiya li gelê Kurd dike, polîtîkayên nelirêtiyê jî bi xwarina kedê û talankirina xwezayê dimeşîne. Ev her du ling bi hev ve girêdayî ne. Ji aliyekî ve bi razemeniya li ser fuzeyên S-400'î û balafirên F-35 re çavkaniyê ji karên ne li rê re peyda dike, li aliyê din jî bi lêçûnên li şer re dijminatiyê mezin dike. Sedema derxistina vê şewatê jî dewamkirina 'polîtîkayên ewlekarîparêziyê' ye. Ev yek amûreke dewamkirina şer e.

Desthilatdariya heyî li dijî xweza, ked û mirovan e. Lewma divê em bi hev re xweza, mirovên xwe û keda xwe ji faşîzmê biparêzin. Yên ku îro li ber şewata Dersimê bêdeng dimînin, parçeyek ji vê şermê ne."

Temellî bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê kir û got, "Werin em welêt ji zilma vê desthilatdariyê rizgar bikin."

LI GIRTÎGEHAN ZILM Û ÊŞKENCE HEYE

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî der barê rewşa girtiyên nexweş de got, "Demeke dirêj e em li ser vê mijarê dixebitin. Ji bo Wezareta Edaletê bikeve nava liv û tevgerê me timî ev mijar xistin rojevê. Ev yek ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke gelekî girîng e. Ji ber ku li girtîgehan zêdeyî hezar girtiyên nexweş hene ku 450 ji wan li ber mirinê ne. Divê ev mirov derhal bên berdan û bên dermankirin. Mirêka herî girîng a welatekî, girtîgeh in.

Kiryarên li girtîgehên Tirkiyeyê nîşaneya berbiçav a rejîma Tirkiyeyê ye. Dema ku em qala faşîzmê dikin, em bi taybetî işaretê bi girtîgehan dikin. Li girtîgehan êşkence û zilm heye. Weke ku di şexsê Koçer Ozdal de hate dîtin ku ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da. Di vê mijarê de kar û hewldanên me dewam dikin. Li wezaretiyê û saziyên pêwendîdar ên hundir û derveyî welat hewldanên me dewam dikin."

Temellî diyar kir, rejîma heyî sîstema xwe ya otorîter bi avakirina girtîgehan da destpêkirin û got, "Lewma ez bang li civakê û hemû gel û kedkaran dikim ku di vê mijarê de jî haydar û baldar bin."

DENGEKÎ JI ÎMRALIYÊ BÊ WÊ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ XURTIR BIKE

Hevserokê HDP'ê Temellî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di vê derbarê de got, "Ji bo rakirina tecrîdê em bê navber dixebitin. Lê belê xemsarî mîna dîwarekî derdikeve pêşiya me. Serlêdana parêzeran ji bo cara 783'an ji aliyê dozgeriyê ve hate redkirin. Berê 'keştî xera dibû', lê niha li gorî Rewşa Awarte ya nû biryar tên dayin. Li pêşiya çûyina parêzeran çi astengî heye? Li her devera dinyayê girtî dema dixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê dikin. Ev yek mafê wan ê herî xwezayî ye.

Gelo li pêşiya çûyina malbatê çi astengî heye? Em aliyê siyasî deynin cihekî; ji aliyê însanî û wijdanî ve mejiyê ku li pêşiya hevdîtina malbatê û parêzeran dibe asteng, nayê fêhmkirin. Em dipirsin bê qedexeye wiha çima hatiye danîn. Lê bersiveke ku ew bidin me nîne. Xuya ye ew jî ditirsin ku teşhîr bibin. Bi tirs û fikar in ku dengekî ji wir bê, wê ji bo desthilatdariya wan bibe pirsgirêk. Ji ber ku dengekî ji Îmraliyê bê, em baş pê zanin ku wê têkoşîna azadiyê xurtir bike.

Di navbera salên 2013-2015'an de Tirkiyeyê ev dît. Gelo desthilatdariyeke ku xwe ji şer xwedî dike, vê yekê dixwaze? Nexêr. Sedema tecrîda giran ev e. Destpêkirina pêvajoya aştiyê yekser bi qedandina tecrîdê ve girêdayî ye. Desthilatdarî ji ber vê yekê tecrîdê dişidîne. Ji ber ku ev desthilatdarî hebûna xwe dispêre şer."

Temellî destnîşan kir ku tecrîdeke giran li ser Ocalan heye û got, "Divê tecrîd bê rakirin. Nabe ku aştî bê tecrîdkirin."