Dengdayina ji bo referandûmê bi dawî bû

Dengdayina ji bo referandûmê li Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin bi dawî bû û niha dest bi hejmartina dengan hatiye kirin.

Dengdayina ji bo referandûmê li Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin bi dawî bû û niha dest bi hejmartina dengan hatiye kirin. Dengdayina ji bo referandûmê ku saet 08:00’an destpê kir saet 18:00’an bi dawî bû. Lê bi daxuyaniyekê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve hate kirin, dengdayin saetek dirêj kir anko saet 19:00’an bi dawî bû.

Li bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Helbçe û Kerkûkê bi giştî 12 hezar sindoq hatin danîn. Ji sindoqan 7 hezar li cihên navbera rêveberiya Herêma Kurdistanê hatin daîn, 5 hezarên din jî li ‘herêmên nakok’ hatin danîn.

Li gorî daxuyaniya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a beriya niha kirî, li Başûrê Kurdistanê û ‘herêmên nakok’ 5 milhon û 200 hezar hilbijêr tomarkirî hene.

Li Silêmanî û herêmên girêdayî wê milyonek û 280 hezar, li Hewlêr milyonek û 200 hezar, li Dihok 800 hezar, li Kerkûk 750 hezar û li Mûsilê jî 400 hezar hilbijêrên tomarkirî nehen.

Bikaranîna dengan bi awayek giştî bê alozî pêk hat. Li navçeyên Saîdiye û Mendelî yên girêdayî parêzgeha Diyalayê sindoq nehatin danîn.