Demîrtaş: Siyaseta demokratîk li ser bingeha 15'ê Tebaxê afirî

Endamê PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, "15'ê Tebaxê cejneke civakî ye, ku heta mirovahî hebe wê were bîranîn. Cejneke ramanê ye, cejna pûnijîna li ser navê xwe ye."

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş got, "Mirov dikarin bandora siyasî û civakî ya 15'ê Tebaxê gelekî bi berfirehî binirxînin. Cejneke civakî ye ku heta mirovahî hebe wê bê bîranîn. Cejneke ramanê ye, cejna pûnijîna li ser navê xwe ye." Demîrtaş got, "Siyaseta demokratîk li ser encamên 15'ê Tebaxê derfet dît ku bi pêş bikeve. Hesta 'ez ne bê xwedî me' da gel. Qada siyasî xwe li ser vê bingehê bi rêxistin kiriye." Demîrtaş destnîşan kir, faşîzm nikare li ber gerîla bisekine û bang li ciwanan kir, ji bo tevlî nava refên gerîla bibin.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş bû mêvanê bernameyeke taybet a televîzyona Newschannelê û Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî nirxand. Beşek ji nirxandinên Demîrtaş wiha ye:

'15'Ê TEBAXÊ XWEDÎ LI MÎRATEYA BERXWEDANÊ DERKET'

"15'ê Tebaxê cejnek e. Dema ku mirov bi ruh û coşa wê cejnê li demên bihurî dinerin, dibînin ku di dîroka Kurdistanê û mirovahiyê de gelek berxwedanên mezin rû dane. Hemû berxwedanên dîroka Kurdistanê heta cihekî dewam kirine û piştre qut bûne. Lê 15'ê Tebaxê xwedî li mîrateya hemûyan derketiye û roleke diyarker lîstiye ku hebûna gelê me gihandiye serdema heyî. Em dizanin ku di nava herikîna dîrokê de her gel li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst, dewlet û serdestan li ber xwe dane. Li ku derê êrîş hebe, teqez li wir berxwedan jî heye. Dîroka dewletan rastiya berxwedanê ji nedîtî ve bên jî, ev rastî heye û ev rastî roj bi roj bêhtir xuya dibe. Di dîroka Kurdistanê de jî berxwedan hene. Lê belê hem ji ber ku parçe bûn, hem jî ji ber ku herêmî û ne herdemî bûn, ji aliyê bîrdozî, leşkerî û siyasî ve ji berxwedana 15'ê Tebaxê cudatir in. Lewma 15'ê Tebaxê nîşaneya kûr û hevgirtî ya aliyên siyasî, leşkerî û bîrdozî ya hemû berxwedanên Kurdistan û mirovahiyê ye.

'BEYANA VÎNÊ YE'

Mirov dikarin bi rengekî berfireh bandora siyasî û civakî ya 15'ê Tebaxê binirxînin. Cejneke civakî ye ku heta mirovahî hebe wê bê bîranîn. Cejneke ramanê ye, cejna pûnijîna li ser navê xwe ye. Cejneke azadiyê ye, ku vîna 'ez ê weke mêtingeriyê nefikirim, ez ê weke we nefikirim, ez ê di pîvanên we yên jiyanê de ku hûn ferz dikin, nejîm' afirandiye. Tevî ku bandor li tevahiya mirovahiyê kiriye, di tevahiya dîrokê de wê xwedî wateyeke bi vî rengî be. Bandora wê ya dîrokî ji niha ve cihê xwe di nava dîrokê de girtiye.

Realîteya civakî ya li Kurdistanê ji aliyê çandî ve gihîştibû sînorê dawî yê hebûna xwe. Gihîştibû wê qonaxê ku sînorê man û nemanê tevlîhev bû bû û ji aliyê civakî û çandî ve nîqaşa 'em hene, yan nîne' dihate kirin. Di nava bandora mêtingeriyê de em di nava nîqaşeke şermê de bûn. Kurd bi xwe tevlî nîqaşa 'Kurd heye yan nîne' bû bûn. Lewma, di qonaxeke bi vî rengî de beyana vîneke mîna 15'ê Tebaxê gelekî girîng bû. Li gel sekna siyasî û nasnameya îdeolojîk, bêguman gelekî girîng bû ku ji aliyê leşkerî ve jî vînek hatibû destnîşankirin.

'SIYASETA DEMOKRATÎK LI SER VÊ BINGEHÊ AFIRÎ'

Pêngava 15'ê Tebaxê her wiha rê li ber wê vekir û îradebûna li Kurdistanê bibe xwedî siyaset. Mînak; di dîroka Kurdistanê de partiyên siyasî nekarîn zêde bijîn, nekarîn hebûna xwe biparêzin. Lê bi 15'ê Tebaxê re bi taybetî li Bakurê Kurdistanê serdemeke îradebûyîna siyasî dest pê kir. Di salên 1990'î de 15'ê Tebaxê hemû bûbû xwedî vîneke mezin, hem jî li qada siyasî rê li ber avêtina gavan vekiribû. Siyaseta demokratîk bû xwedî derfet, ku li ser encamên 15'ê Tebaxê xwe bafirîne. Hesta 'ez bê xwedî nînim' da gel. Li ser vê bingehî qada siyasî xwe bi rêxistin kir. Bi vî awayî kevneşopiya partiyên me yên siyasî dest pê kir. Yanî hem bi encamên xwe yên siyasî, hem jî bi encamên xwe yên civakî û çandî, biryara 'ez ez im, ez ê mêtingeriyê qebûl nekim û di jiyana azad de israr bikim' bi saya vê yekê derkete holê.

Bi 15'ê Tebaxê re em dibînin pêvajoyeke rû dide ku gav bi gav li çar parçeyên Kurdistanê belav dibe û ruhekî hevpar li hemû parçeyan dafirîne. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ku Rêbertî lê bû hê zêde bi coş û kelecanê hate pêşwazîkirin, hê zû hate bihîstin û bandora wê zûtir berbelav bû. Pêngava 15'ê Tebaxê li Başûrê Kurdistanê jî li dijî xeta nokeriyê nîşan da bê xeta azadiyê çawa ye. Li Rojhilatê Kurdistanê gav bi gav bingeha hişyariya neteweyî derxist holê. Weke ku îro jî tê dîtin, veguheriye ruhê berxwedêr ê gelên Rojhilata Navîn. Cejna vejînê ya neteweyî bû, lê niha bûye cejna vejînê ya neteweyan.

TEORIYA FÎŞEKA YEKEMÎN

Teoriya fîşeka destpêkê, bi berxwedana Cezayî ya li dijî mêtingeriya Fransayê derkete holê û cihê xwe di nava lîteratura cîhanê de girt. Lê belê hevalê Egîd bi zanebûn ev gotin bi kar anî û bi gotina 'fîşeka destpêkê li qereqolên li mejiyan hatiye xistin' nîşan da ku divê mêtingerî di zîhniyetê de bê tinekirin. Bi tinekirina metingeriyê li nava zîhniyetê re pêşî li têkoşîn û rêxistinbûna siyasî û berxwedana leşkerî ya li Kurdistanê vebûye. 15'ê Tebaxê jî xwedî wateyeke bi vî rengî ye. 15'ê Tebaxê tevgera sererastkirina mejiyan e. Gerîla ekol, dibistan û akademî ye. Lewma tevgereke hişmendiya agahiyan û sererastkirinê ye. Tevgera sererastkirina hemû diyardeyên civakî yên hatine berevajîkirin e. Ji ber vê yekê, fîşeka destpêkê ya ku hevrê Egîd got, li mêtingeriya li mejiyan hatiye xistin, xwedî wateyeke bi vî rengî ye.

'KIR KU DIJMIN JÎ HURMETÊ NÎŞAN BIDE'

Efserên Tirk hebûn ku ji bo lêgerîn û kontrolê dihatin girtîgehan. Di nava wan de hin efserên ku heval Egîd nas dikirin, sala 1986'an li Gabarê bûn, hebûn. Van efserên Tirk qala hevalê Egîd dikirin. Dema şehîd ket, bi gotina 'celadê PKK'ê manşet avêtibûn rojnameyan. Lê belê di nava xwe de bi vî rengî nedinirxandin. Min bi xwe dît. Efserekî gotinên stranan werdigerand Tirkî. Min jê pirsî bê li ku derê hînî Kurdî bûye. Ji min re got, 'Ji bo em xwedî bikin, hîn bûn'. Dema werdigerand, leşker li dora xwe civand û ji wan re got, 'Vî mirovî nas bikin, bi rastî jî mirovekî leheng bû'. Digot, 'Hemû gotinên di vê stranê de cih digirin, rast in. Mirovekî leheng ê mîna wî nehatiye dinyayê'. Hevalê Egîd kesayetekî welê bû ku dikir, dijmin jî hurmetê nîşanî wî bide. Min meraq kir û pirsî, ku 'wî bi xwe nas kiriye yan na'. Ev şîrove dikir, 'me nedihişt ku li nava leşkeran bê bihîstin, lê li nava payebilindan me dinirxand, me her tim dişopand'.

'GERÎLA JIYANEKE ALTERNATÎF AFIRAND'

Îro gerîla li Kerkûkê ye. Li çiyayên Kurdistanê yên li çar parçeyan e. Ji Serhedê heta çiyayên Şaho yên li Rojhilat li hemû qadan e. Û bûye hêza parastinê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn. Lewma, gelek propagandavanên şerê taybet ku em naxwazin navê wan bibîr bînin, gelek Serokwezîr, wezîrên karên derve û gelek wezîrên digotin, 'em ê heta kengî biqedînin' hatin û çûn. Emrê van wê ji yên wan ne dirêjtir be. Şik û guman di vî warî de nîne. Her wiha gerîla veguherî rêbazeke jiyanê, çandekê. Hebûna me ya li çiyê ne tenê tê wateya xweparastinê. Gerîla jiyaneke alternatîf afirand. Ji ber vê yekê veguherî hêzekê ku bi demê, bi teknîkê nikare bê têkbirin. Dema em dibêjin jiyaneke alternatîf, bi taybetî yên li bajaran, yên li metropolan dikarin baştir vê fêhm bikin. Yên ku di nava zext û zordariya teknîkê, xwarinên bi hormon, tevlîhevî, nebaşiya kapîtalîzmê û zexta dewletê de dijîn, dikarin vê baştir fêhm bikin. Jiyana li çiyê ya bi xwezaya xwe, avakirina jiyaneke alternatîf a bi çanda sosyalîst û çandeke nû, nirxê herî mezin e ku ji aliyê gerîla ve hatiye afirandin. Û em dikarin bêjin ku ti teknîk, ti hêz nikare vî nirxî têk bibe.

'FAŞÎZM NIKARE LI BER GERÎLA BISEKINE; BILA CIWAN BERÊ XWE BIDIN ÇIYÊ'

Li çiyayên Kurdistanê em di nava jiyana azad de ne. Çiqas berdêlên giran hatibin dayin jî, me jiyana azad afirand. Gerîla ji xwe jiyana azad bi xwe ye, navê wê jiyanê ye. Hêzeke ku ew çand afirandiye. Û vê çandê li tevahiya Rojhilata Navîn belav dike. Lewma şensê faşîzmê tineye ku li hemberî gerîla ku tevgera hêviyê ye bisekine. Garantiya hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê di nava zextê de ne. Hêza ku moralê dide wan e. Nepêkane ku karibin li hemberî vê hêzê bisekinin, lê divê em vê hêzê mezin bikin. Bi rastî jî divê ciwanên me ji ber înternetê rabin û bên. Ji qehwexaneyan rabin û bên. Bila dest ji zanîngehên mêtingeriyê berdin. Bila bên, li çiyayên Kurdistanê jiyaneke azad hate afirandin. Em vê jiyanê bi hev re par ve bikin, bi hev re têbikoşin. Bêguman divê ev hêvî, ev mizgînî ji hemû ciwanên ku li pêşberî faşîzmê tengav bûne, bê dayin. Ruhê 15'ê Tebaxê bi her awayî li her qadê zindî ye. Ya ku dîwarên girtîgehê hilweşîne jî ev ruh e. Ya ku hemû zext û zordariyê ji holê rake ev ruh e. Li Tirkiyeyê jî, li nava hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî ew potansiyel heye. Ya ku wê potansiyelê zindî bike, ruhê berxwedanê yê 15'ê Tebaxê ye. Ya girîng ew e ku em ji wî ruhî fêhm bikin. Her kesê kêm jî be para xwe ji wî ruhî girtibe, wê heta dawiyê li ber xwe bide. Em faşîzmê zêde mezin nebînin. Em nekevin bin bandora propaganda reşkirinê. Hêza civakê, hêza gel gelekî zêdetir e û nepêkane ku karibin li pêşberî vê hêzê bisekinin."