Demîrtaş: Amed sembol e, gelê Efrînê herî zêde li benda Amedê ye

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş qala bandora Serhildana Amedê ya 28'ê Adara 2006'an kir.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş, di salvegera serhildana 28'ê Adarê de hemû şehîdên serhildanê bi rêzdarî bi bîr anî û ji ANF'ê re qala wê wextê kir.

Demîrtaş diyar kir, Serhildana 28'ê Adara 2006'an li dijî komplo, fen û komkujiyên AKP'ê weke yek ji serhildanên herî berfireh ên salên 2000'î rû da.

Nûrettîn Demîrtaş bi bîr xist ku di Newroza Amedê ya 2005'an de bi navê Rêberê Gelê Kurd "Konfederalîzma Demokratîk" hatibû ragihandin û got, "Erdogan ku hewl da pêşî li ragihandina konfederalîzma demokratîk bigire çû Amedê û got, 'Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e." Bi vî zimanê xapînok mesaja 'çareseriya demokratîk' dabû. Piştî demeke kin rûyê wî yê rast Adara 2006'an eşkere bûbû. 24'ê Adara 2006'an li çiyayên Mûşê li dijî kampa zivistanê ya gerîla êrîşeke berfireh hatibû kirin. Artêşa Tirk bi desteka 'îstîxbarat û keşfê' ya ji NATO'yê wergirtî ev êrîş kiribû. Piştî demeke kin bi navê DYA daxuyanî hatin dayin û li vê yekê mikur hatin.

Gel gelekî bi hêrs bûbû. Ev serhildan ne tenê ji ber hêrsê bû, ji ber xwe ve rû nedabû; amadekarî jê re hatibû kirin. Hem dewama serhildanan bû, hem jî serdemek bû. Mîna hişyariyekê bû ji bo AKP'ê. Dixwest jê re bêje 'rawest e'. Mesaja 'Tu çi bike, teqez tu yê bersiva wê bigire' bû.

Mesaja wê wextê mesajeke sivîl bû; lê belê aliyekî xwe yê xurt ê civakî hebû. Tevî ku çalakiyeke gel bû, ji bo gel zerarê nebûne ji aliyê giştî û xwecihî ve hesasiyeteke mezin hatibû nîşandan. Hemû bangawazî bi vê hesasiyetê hatibû kirin. Helwesta gel li ser vê bingehê bû. Tevî vê yekê jî AKP'ê bi komkujiyê bersiv dabû û ruhê faşîst ê li nava AKP'ê cara yekê bi rengekî vekirî jin û zarok bi awayekî zelal kir hedef."

14 GERÎLA BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATIBÛN KUŞTIN

Demîrtaş diyar kir, roja 24'ê Adarê 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn û guman hebûn ku bi çeka kîmyewî hatine kuştin. Demîrtaş got, "Cenaze li morga nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê dihatin hiştin. Em tevî malbatan çûn wê derê. Êvara 27'ê Adarê ji bo şeş cenazeyan bînin Amedê em bi rê ketin."

Demîrtaş anî ziman ku wan piştî 12 saetan xwe gihandin Meletiyê û cenaze anîn Amedê. Demîrtaş got, "Ji bo bicihanîna wecîbeyên olî em tevî doktorekî nas ketin odeya şuştina cenazeyan. Îdîa hebûn ku çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Doktor ji bo kontrol bike, xwîn girt. Dîmen kişand kamerayê. Derfetên çêkirina otopsiyê tinebû. Me zanîbûn ku raporên otopsiyê yên dewletê belgeyên derewîn e. Me 2 ji şehîdan şand Êlih û Sêrtê.

Wê wextê ez gelekî êşiyam; me bedena her gerîlayî yek bi yek kontrol kir. Şopa fîşekan lê tine bû, şopa şewatê û li hin cihan jî birînên ji ber parçeyên şarapnelê hebûn. Ne tenê şewat, rengê cuda yê li ser çerm nîşan dida ku gaza kîmyewî dibe ku hatibe bikaranîn. Wezîfedarên fermî yên mizgeftê lê nebû, nayê bîra min. Lê belê yek ji seydayên welatparêz bi me re bû. Me jê xwest ku ecele neke. Di nava saetek du saetan de bûlwar bi temamî tijî bû.

YEKÎ JI NAVA GEL KEVIR AVÊT POLÎSAN Û PIŞTRE REVIYA CEM POLÎSAN Û LI WESAYITA POLÎSAN SIWAR BÛ

Dema em ber bi goristana nû ya gund ve meşiyan, ji bo şer dernekeve em bi hesasî tevgeriyan. Dema em di ber qereqola polîsan re derbas bûn, zilamekî ji nava gel kevir avêt polîsan. Avêtina kevir di hin kêliyan de ji rêzê nîne. Li gorî cih û dema xwe rê li ber encaman vedike."

Demîrtaş diyar kir, kesê ku kevir avêt bi qasî 40-50 metreyî dûrî wî bû û got, "Piştî ku me got 'ew kî ye, em wî binasin', ciwanên me yekser berê xwe dan wî. Şexsê ku ev dît, yekser reviya. Cihê ku ber bi wir ve reviya muhîm e; ber bi polîsan ve reviya û li wesayita polîsan siwar bû. Mîna ku gelek caran kirin, berî ku gel bigihêje şehîdgehê hewl dan bi rêya provokasyonê gel ji hev belav bike."

GEL DA SER PIŞTA POLÎSAN, POLÎS JÎ DIREVIYAN

Nûrettîn Demîrtaş ragihand, piştî merasîma cenaze beşek ji gel belav bû, beşekê dest bi meşê kir û polîsan jî mîna her carê bi helwesta xwe ya pozbilindî û êrîşkarî xwest pêşî li gel bigire.

Demîrtaş destnîşan kir ku polîsên harbûyî bi panzeran êrîşî gel kirin û qala wê wextê kir: "Bi molotofkokteylan bersiv ji êrîşa polîsan re hate dayin. Bi wêrekî bersiv ji êrîşê re hate dayin û paşve gav nehate avêtin. Ji ber ku ciwanên Kurdistanê xwe amade kiribûn. Ciwanên Tirkiyeyî jî tevlî bûbûn. 150 ciwanan bi carekê ve bi molotofan bersiv dan polîsan. Polîs jî bi bayê bezê ketin panzerên xwe û reviyan. Hejmar 150 bû. 150 jin-mêr ên tevgera ciwanan li wir amade bûn. Bêguman gel jî tevlî wan bû. Lê belê eger ew gava ciwanan nebûya, her tişt dikarîbû li wir biqediya. Pêşengî ji gel re kirin û cesareteke mezin dan gel. Gel da ser pişta polîsan, polîs jî direviyan."

Demîrtaş diyar kir ku vê yekê bandoreke mezin li ser gel kir û di demeke kin de bi hezaran kes ji nû ve li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Demîrtaş got, "Di nava saetek-du saetan de kolanên Baglarê bi temamî ketin destê gel. Dor hatibû herêmên din. Gel bi qîrîna dirûşman ji Baglarê ber bi Ofîsê ve meşiyan. Dengê meşa gel ku dişibiya erdhejê, kir ku dewlet ji her deverê bireve. Gel Amed ji destê dagirker û nokeran girtibû. Eşkere bû ku pêkane hêzên dagirker bên derxistin. Karakterekî dîrokî diyar dibû, zemîna wê ya çandî diafirî. Ev jî gelekî girîng e. Dikarîbûn bi balafiran, tankan bajaran, avahiyan hilweşînin, lê nikarin îradeya gel teslîm bigirin. Bi berxwedanên Sûr û Cizîrê ev rastî ispat bû."

SERANSERÊ AMEDÊ BÛ QADA SERHILDANÊ

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş destnîşan kir ku seranserê Amedê veguherîbû qada serhildanê, bi sed hezaran kes rabûn serhildanê û got, "Ji ber ku ji polîsan nehat, vê carê artêş xistin dewrê. Leşker û wesayitên zirxî şandin rêyên sereke. Erdogan jî ew daxuyaniya li derveyî mirovahiyê ya tirsonekî kir: 'Jin jî be, zarok jî be çi pêwîst be wê ew bê kirin'. Baş zanîbû ku yê serî hildaye gel e, serhildan çalakiya gelê sivîl e. Tenê çekek gel hebû, ew jî kevir bû. Polîs û leşkeran bi her şêwe teknîka xwe li dijî gelê ku bi keviran xwe diparast şer kir. Balafir ji nizm ve firiyan, helîkopter bi rengekî gefxwarinê digeriya û bombeyên gazê diavêt. Gule li derdorê dihate reşandin. Roja destpêkê gelek mirov birîndar bûn. Lê belê roja duyemîn mirov yekser kirin heef û komkujî kirin."

DI MERASÎMA ŞEHÎDAN DE DAYINA ŞEHÎDÊN NÛ

Demîrtaş diyar kir, ku her serhildana ji bo şehîdekî hate kirin, bi şehadetên nû mezin dibe, her şehadeta nû vediguhere ruhê nemir ê serhildanan û wiha dewam kir: "Şehîdê destpêkê yê serhildanê Tarik Atakaya yê 23 salî bû ku li derdora navenda tenduristiyê ya Baglarê şehîd bû. Heman rojê Abdullah Dûran ê 9 salî li kolana Sakaryayê hate kuştin. JOH û POH ên ku Erdogan pesnê wan dide, bi kuştina zarokekî 9 salî xelat wergirtin."

Demîrtaş da xuyakirin ku Abdullah di dîroka Kurdistanê de wê timî were bîranîn, bû zarokekî sembola berxwedanê û destnîşan kir ku şehîdbûna wî hêrsa gel bi du qatan zêde kir.

Demîrtaş got, "Nava rojê me xwe gihand nexweşxaneyan û hewl dan hejmara şehîd û birîndarên rewşa wan giran e zelal bikin. Dor li nexweşxaneyan hatibû girtin, ketin derketin hatibû qedexekirin. Agahiyên ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin gelekî giran bûn: Dihate gotin ku morgan nexweşxaneyê bi cenazeyan dagirtî ne. Lê belê ne rast bû, bi zanebûn agahiyên şaş dihate dayin. Bi saya welatparêzên li wê derê me hin agahî girt. Wê rojê sê şehîdên gel hebû. Yê sêyemîn jî Mehmet Işikçi bû ku bi birîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Dîcleyê.

ENES ATA YÊ 7 SALÎ DI ROJA SÊYEMÎN DE ŞEHÎD BÛ

Roja sêyemîn êrîşî merasîma cenazeyên şehîdan kirin û ji pişt ve gule berdan Enes Ata yê 7 salî û ew kuştin... Li wêneyê Enes binerin, ne lazim e ku mirov bipeyive. Bi 2 salan ji Abdullah biçûktir bû. Yên ew kuştin, zarokên wan, neviyên zarokên wan, hemû nifşên wan ên piştre bên, wê di nava şermê de bijîn. Wê ti carî neyên efûkirin.

Enes û Abdullah jî wê bibin kulîlk û di kenê her zarokî de vebe, li nava her berxwedanê wê bijîn. Ew bûn sembola serhildanê. Enes niha 19 salî ye, Abdullah jî 21. Bomberdûmana balafirên şer niha ne xema wan e, ew niha li meydanên Newrozê govendê digerînin. Bi hev re li Efrînê şer dikin, li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Yên mirin ne ew in, yê mir, xewn û xeyalên dagirkeriyê yên Erdogan e.

Di roja sêyemîn de ji helîkopteran bombeyên gazê hatin barandin û gule hatin reşandin. Di vê êrîşê de Îsmaîl Erkek û Mûstafa Eryilmaz ji ber fîşekên li serî û sînga wan ketî şehîd bûn. Di nava rojê de Halît Sogut, Emrah Fîdan û Mehmet Akbûlût jî şehîd bûn. Mehmet Akbûlût di nava bi dehan kesan de bû ku roja destpêkê birîndar bû bû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Ew ciwanekî me yê 17 salî bû."

SERHILDAN LI BAJARÊN DIN BELAV BÛ

Nûrettîn Demîrtaş diyar kir ku şehadetan bandor li gelemperiya Kurdistanê kir û got, "Tevî bajarên din me 13 şehîd dan. Serhildan li navçeyên Amedê bi taybetî li Bismilê, li bajarên Êlih, Sêrt, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Dersim û Wanê, li herêma Serhedê û li bajarên Tirkiyeyê belav bû."

GELÊ AMEDÊ BAŞ ZANE; DEMA PÊŞENGIYÊ JI BERXWEDANÊ RE BIKE, WELAT BI TEMAMÎ DIDE DÛ

Demîrtaş got, "Gelê Amedê baş bi vê zane; dema ku bi rengekî rêxistinbûyî tevbigere, xwedî wê hêzê ye ku karibe faşîzmê têk bibe. Û dema pêşengiyê ji berxwedanê re bike, welat hemû dide dû. Wê wextê jî Amed ti carî bi tenê nema, serhildan li bajarên din dewam kir. Bi taybetî li Êlih, Sêrt û Mêrdînê ku cenazeyên 14 gerîlayan birin wan cihan, serhildaneke mezin hebûy. Li Mêrdînê 2, li Êlihê şehadetek rû da.

Kirin nekirin nekarî çavê kesî bitirsînin. Avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Baglarê ku em lê hatibûn binçavkirin ji aliyê gel ve hatibû dorpêçkirin. Dengê şer û dirûşman dihat heta hucreyan. Me digot, hindik maye ku gel bikeve hundir û me jê derxîne. Dengekî bilind ji nêz ve dihat. Bi rastî jî hindik mabû ku gel Midûriyeta Emniyetê hilweşîne. (Ji xwe tê zanîn, ji binê erdê ve xwe gihand emniyetê û ew emniyet bi hewa xist."

GELÊ EFRÎNÊ HERÎ ZÊDE LI BENDA DESTEKA AMEDÊ YE

Nûrettîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê û destnîşan kir ku gelê Efrînê ji her alî ve hêjayî pesindayin û rûmetê ye. Demîrtaş got, "Bêguman divê xwedî lê bê derketin. Berxwedan çiqasî geş bibe wê ewqasî zû dawî li faşîzmê bê. Di vê berxwedanê de rola dikeve ser milê Amedê ew e ku dawiya bêhempa amade bike. Amed ji ber ku sembol e, hêvî û bendewarî jê heye. Amedê bi biryardarî peyam daye ku wê bibe bersiv ji bendewariyan re. Ez bawerim ku wê bersivê bide bendewariyan. Amed ti carî bi tenê nehate hiştin, niha jî jê tê hêvîkirin ku gelê Amedê û hemû gelên ku ew sembola wan e, Efrînê bi tenê nehêlin."

Demîrtaş got, "Di vê berxwedanê de Efrîn herî zêde li benda alîkariya Amedê ye. Weke me got, Amed sembol e. Wê destekê ji tevahiya Kurdistanê û ji bajarên Tirkiyeyê hêvî dike. Ji Marmara, Ege, Derya Spî, Derya Reş, ji karker, bêkar, kedkar, karmend, gundî, xwendekaran hêvî dike. Wê destekê ji her kesên xwedî wijdanê mirovahiyê hêvî dike."