Demîrkiran: Em xwedî li berxwedana li zindanan derkevin
Demîrkiran: Daxwazên girtiyan ne ew daxwazin ku nikaribin bersiv jê re bê dayîn. Ji ber vê yekê, berî ku kesek jiyana xwe ji dest bide, ji bo sererastkirina rewşê divê rayedar tavilê bikevin nava hewldanan.
MELEK YUKSEL
AMED / ANF
duşem, 3 avrêlê 2017, 10:04
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bidawîkirina zextên li ser girtiyan û qedandina polîtîkayên şer ên li Kurdistanê, di serî de li Şakranê li gelek girtîgehan bi dehan girtî ketin greva birçîbûnê.
Aktîvîstê Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan û Xizmên Girtiyan re Cahît Demîrkiran diyar kir, ji ber grevên birçîbûnê ku bi hefteyan e dewam dikin, ew bi fikar in û got, "Bi taybetî, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, desthilatdariya AKP'ê polîtîkayên nû yên şer li Kurdistanê xist dewrê. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi tena serê xwe bû desthilatdar, MHP jî ber bi xwe ve kişand û bi vî rengî şer girantir kir. Di vê çarçoveyê de tecrîda li ser Birêz Ocalan şidand, li şaredariyan qeyûm hatin bicihkirin, parlamenter hatin girtin, komeleyên Kurdan hatin girtin. Li girtîgehan jî zext û binpêkirina mafên mirovan zêde bû. Girtiyên nexweş nehatin dermankirin, yên diviyabû serbest bên berdan û li derve bên dermankirin, nehatin berdan. Sirgûnên bi rengekî kêfî zêde bûn. Mafê televîzyon, rojname û pirtûkan hat kêmkirin û danûstandina girtiyan a bi hev re hat astengkirin. Malbatên girtiyan ên çûn dîtina xizmên xwe, lêgerîna bi rengekî tazî li ser wan hat ferzkirin. Ji bo dawîanîan li van kiryaran û rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, di serî de li Girtîgeha Şakranê li gelek girtiyan grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger hatin destpêkirin."
'ÎŞKENCE Û ZEXT BI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RE ZÊDETIR BÛN'
Demîrkiran ragihand, piştî destpêkirina greva birçîbûnê, rêveberiyên girtîgehan gef li girtiyan xwarin û got, "Greva birçîbûnê ya li girtîgeha Şakranê ku ji aliyê 33 hevalên me ve tê meşandin, dîro di roja 47. de ye. Greva li girtîgeha Sîncanê ya 7 hevalên jin di roja 39. de ye. Greva 16 hevalên li girtîgeha Edîrneyê di roja 37. de ye. Her wiha greva birçîbûnê ya 8 hevalan a li Tîpa T a Wanê di roja 26. de ye. Tevî grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, ji bo piştgirîdayînê ji 15'ê Adarê û vir ve li hemû girtîgehan grevên bi dorvegerî hatin destpêkirin. Bi grevên birçîbûnê re zextên li ser girtiyan zêde bûn. Bi taybetî rêveberiya girtîgeha Şakranê gefên bi vî rengî li girtiyan xwar: 'De bila malbatên we bên we rizgar bikin. Tişta ku Esat Oktay di 12'ê Îlonê de nekarî bike, em ê li vê derê li we bikin'. Ji bilî van gefxwarinan, her wiha rêveberiyên girtîgehan bi rengekî kêfî lêgerîn kirin, di bin navê lêgerînê de nîvê şevê girtî tazî kirin û li ser beton dan sekinandin. Ji ber vê yekê em bang lg elê xwe dikin ku bala xwe li ser mijarê be û xwedî li berxwedana li zindanan derkeve."
PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ RÛ DANE
Demîrkiran ragihand, bi girtiyên di grevê de ne pirsgirêkên tenduristiyê rû dane û wiha dewam kir: "Di grevên birçîbûnê de ku 40 li dû xwe hiştin, pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû dan û girtiyan kêm kirine. Pêwîste niha vîtamîna B1 ji girtiyan re bê dayîn; lê belê em nizanin ku niha tê dayîn yan na. Eger neyê dayîn, dibe ku hişê girtiyan ji serî biçe û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê rû bidin. Jİ ber vê yekê em bang li CHP'ê, komîsyonên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin, ku ji bo girtiyan tavilê bikevin nava tevgerê. Daxwazên girtiyan ne ew daxwazin ku nikarin bersiv ji wan re bê dayîn. Jİ ber vê yekê, berî ku kesek bimire, divê bikevin nava tevgerê."