Demîr: Civak rageş û bi fikar e

Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikaran zêde dike û got, "Civak tengezar bûye. Dixwaze tavilê agahiyê werbigire."

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 meh in agahî nayê wergirtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî bêbersiv têne hiştin. Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku li gorî hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî, her girtî divê di rewşeke welê de bê ragirtin ku li gorî rûmeta mirovahiyê be. Cemal Demîr got, "Li gorî raporên CPT, hikumeat Tirk ti carî ji tecrîdê gav bi paş ve neavêt. Weke ku tê zanîn ji Adara 2020'î û vir ve bi ti awayî têkiliya fîzîkî bi Birêz Ocalan re nayê danîn. 22 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin."

REWŞ AWARTE YE

Demîr rewşa nediyar a ku bi serdana CPT re rû da, bi bîr xist û got, "Ev yek tiştekî bê qebûlkirin nîne. Lêkolînkirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan yek ji wezîfeyên teqez ên CPT ye. CPT vî karê xwe pêk nîne. Ev yek dike ku bibe saziyeke bi pirsgirêk. Divê CPT tavilê têkildarî giravê dest bi lêkolînê bike. Encamên vê lêkolînê jî bi raya giştî re parve bike. Bêyî ku destûrê ji dewleta Tirk bixwaze, ji ber ku rewşa li vê derê awarte ye."

DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE

Demîr bal kişand ser fikara cidî ya raya giştî û got, "Kesekî ji rêzê nîne. Lewma fikar û rageşî gihÎştiye asta herî bilind. Civak gelekî rageş û bi fikar e. Dixwaze tavilê agahiyê ji Ocalan werbigire. Bidawîkirina tecrîdê hem li nava siyaseta navxweyî hem jî ya li Rojhilata Navîn wê bibe serdemeke diyarker. Lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe."