Dema ku dewleta Tirk a dagirker bombe li kampa êsîran barand

Gerîla TV dîmenê kêliya ku dewleta Tirk a dagirker bombe li kampa êsîrên şer dibarand, weşand. Artêşa Tirk a dagirker di vê êrişê de derba giran xwaribû û neçar mabû xwe ji herêmê vekişîne.

Gerîla TV dîmenê kêliya ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk bombe li kampa êsîran barandin, weşand.

Di dîmenê Gerîla TV de ku ji ezmanan ve hatiye kişandin, tê dîtin ku bombe li derdora kampa li Siyanê tê barandin û dû bi ser dikeve.

Di dîmenê beriya niha de leşkerên Tirk ên li ber her du deriyên kampa êsîran û derdora wê xuya dikirin. Di dîmen de dengê çekan jî dihate bihîstin.