DEM Partî li Bêrecûkê Mehmet Begît protesto kir

Di civîna Meclisa Şaredariya Bêrecûkê de Mehmet Begît ê demekî kin piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kirî, ji hêla endamên meclisê ve hat protestokirin.

Mehmet Begît di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li navçeya Bêrecûk a Rihayê weke namzetê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate hilbijartin. Lê di 29’ê nîsanê de îstîfa kir. Bertekên li dijî Begît didomin. Di civîna ewil a Meclisa Şaredariyê ya meha gulanê de 15 endamên meclisê yên DEM Partiyî Begît protesto kirin. Civîn, li Navenda Çandê ya Enver-Nebihe Karaatayê hat lidarxistin û li ser daxwaza Begît civîn bi rûniştina girtî hat lidarxistin. Lewma rojnamevan ji eywanê hatin derxistin. 15 endamên meclisê yên DEM Partiyî Begît protesto kirin û dovîza “Îstîfa bike” hilgirtin. Endamên meclisê protestoya xwe domandin û ji eywanê derketin. 

Hat îdiakirin ku Begît heqaret li endamên meclisê kir û gef lê xwar. Piştî çalakiya protestoyê, endamên meclisê li pêşiya navendê daxuyanî dan. Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas anî ziman ku dê bertekên xwe yên demokratîk bidomînin. Manas, wiha domand: “Em ketine pêvajoyeke xiyanetê û dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em Mehmet Begît ê bi îdiayên nexweş partiya me reş kirî, keda rêhevalên me û îradeya gelê me tune hesibandî û ketiye nava bazariyên qirêjî şermezar dikin û bang lê dikin ku îstîfa bike. Dê ne dîrok ne jî gelê me vê xiyanetê ji bîr neke.” 

Manas, da zanîn ku dê her roj bi çalakî û xwepêşandanên cuda bertekên xwe nîşan bidin.