'Dem hatiye ku em artêşa Tirk vegerînin cihê ku jê hatiye'

Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku wan li Zapê dagirkeriya Tirk sekinandine û gotin, bi operasyona şoreşgerî ya dawî re ew dixwazin dagirkeran bişînin cihê jê hatine.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi dirûşma 'Dagirker ya wê ji vê xakê biçin, ya jî wê hemû bimirin' li dijî artêşa Tirk a ku plan dike Başûrê Kurdistanê dagir bike dest bi pêngaveke şoreşgerî kirin. Gerîlayên ku tevlî pêngava şoreşgerî ya 20'ê Mijdarê bûn ji ANF'ê re axivîn.

Ji gerîlayên HPG'ê Hewrê Çiya got, "Li dijî dijmin li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl pêngaveke payîzê hate destpêkirin. Armanc ji pêngavê ew e ku artêşa Tirk a dagirker ji qadên me bê derxistin. Rêxistinê derfet da me ku em tevlî vê pêngavê bibin; em jî tevlî baskê êrîşê yê van çalakiyan dibin. Weke hêza gerîla me berê xwe dane armanca xwe. Bi taybetî Girê Amediyê ji aliyê manewî ve ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Gelek hevalên me li vî girî şehîd bûn. Ew heval hemû di amadekirina çeperên li gir û şer de cih girtibûn. Eger îro Amediyê mîna kelehekê li hemberî dijmin disekine û bûye dert ji dijmin re, ev yek bi saya keda wan hevalên şehîd bûne.

EM BI HESTA TOLHILDANÊ BI SER WAN VE DIÇIN

Em xwedî ruhekî ji vê manewiyatê ne; bi vî ruhî û hesta tolhildanê em bi ser dijmin ve diçin. Em dixwazin ji hevrêyên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin bibin alîkar. Li qadê pêşveçûna dijmin hate rawestandin, niha jî dor hatiye ku em wan ji cihê hatine vegerînin. Li aliyê din hin hêz hene ku bûne kole ji dewleta Tirk re û hewl didin me asteng bikin, lê belê têkçûna dewleta Tirk wê di heman demê de bibe têkçûna wan. Ji ber ku em li vê xakê ne, ew hene. Rêbertî ji bo dewleta Tirk gotibû, 'Hebûna wan jî mirina wan jî ya li vê xakê di destê me de ye'. Ev yek hem ji bo dewleta Tirk derbas dibe hem jî ji bo hêzên ku koletiyê jê re dikin derbas dibe."

EV DER WELATÊ ME YE

Gerîlaya YJA Starê Sakîne Rojîn destnîşan kir ku armanca esasî ya pêngavê bersiva li polîtîkaya tecrîdê ye, piştgiriya ji bo gerîlayên li tunelan li ber xwe didin û got, "Dijmin ji par û vir ve li qad Amediyê êrîşan dike. Dijmin ji bo pêşî li berxwedana li tunelan a li vê derê bigire bikaranîna gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleer jî di nav de çi jê tê, dike. Ji bo têkbirina van êrîşan me biryar dan ku dest bi pêngaveke bi vî rengî bikin. Weke gerîlayên YJA Starê yên tevlî çalakiyê bûne, haya me ji berpirsyariya me heye. Di vî şerî de gerîlayên jin di asta pêşengiyê de tevdigerin. Li gelek qadên li rojavayê Zapê berxwedan dewam dike, di vê pêngavê de jî em di nava baskê êrîşê de ne. Mîna ku gelek hevalên me yên şehîd ketin gotibûn, em êdî nikarin xwe li vî dijminî rabigirin. Welat welatê me ye, dijmin jî hewl dide welatê m talan bike. Ji bo em vê yekê bişikînin çi ji destê me bê em ê bikin. Çalakiya xwedawendên me yên azadiyê hevrê Sara û Rûken bandoreke gelekî mezin li me kir, her wiha hevalên Rojhat û Erdal bûn şopdarên wan. Em ê jî bi ruhê hevrêyên xwe yên fedaî têbikoşin û bi ser bikevin."

WÊ BIBE NÎŞANEYA REZALETÊ

Ji gerîlayên HPG'ê Egîd Hesekê jî destnîşan kir ku astengî çi dibe bila bibe ew bi biryar in ku artêşa Tirk teqez ji vê xakê derxînin û got, "Dijmin par li van çeperan şikest û neçar ma ku xwe vekişîne. Nekarî li hemberî gerîla şer bike. Îsal careke din xwest ku vê şensê xwe biceribîne, lê çi dibe bila bibe em bi biryar in ku dijmin ji ser girên xwe bişînin. Bi vî rengî em ê hêjayî ked û baweriya partiya xwe bin. Şikestina dijmin li ser van giran wê bibe nîşaneya rezaleta artêşa Tirk. Ji ber ku zane ev rezalet wê bi serê wan ve bê, hêzên xwe neçar dihêle ku li dijî me şer bikin. Ji ber vê yekê bi teknîk û balafirên xwe êrîşên giran dikin. Li ser van giran her roj 2 an jî 3 leşkerên artêşa Tirk têne kuştin. Di her çalakiyeke berfireh de nêzî 50 leşkerên artêşa Tirk têne kuştin. Ji gelên Tirkiyeyê re qala van windahiyan nakin, an jî yên ji neçarî eşkere dikin jî îdîa dikin ku bi qezayê mirine.

YÊN KU LEŞKERÊN XWE DIŞEWITÎNIN NABIN DOST

Li dijî gerîla şerekî bêedalet û hovane tê meşandin. Şer jî xwedî hin pîvanan e, sînorekî xwe heye. Lê belê artêşa Tirk ji ber ku li hemberî me di asteke mezin de şikestiye her cûre çekan bi kar tîne. Tevî vê yekê jî bi ser nakeve. Serketin her tim ya me bû, wê ya me be. Aliyekî vî şerî heye ku PDK'ê eleqedar dike. Ev rêxistiniya ku îdîa dike Kurd e û bi parastina Kurdistanê wezîfedar e, dengê xwe li hatina hêzên dijmin nake, em vê yekê fêhm nakin. Destûrê dide ku artêşa Tirk bi hêsanî li vê xakê bigere. Eger PKK nebûya ti nirxekî PDK'ê jî nedibû. Bi xêra PKK'ê qala navê PDK'ê dikin. Dibêjin ku bi Tirkiyeyê re dost in. Gelo hêzeke ku leşkerên xwe jî dişewitîne wê çawa bibe dostê te?"