Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê serdana rêxistinên çapemeniyê kir

Endamên Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amedê serdana rêxistinên çapemeniyê DFG û MKG'ê kirin.

Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, di çarçoveya hewldanên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Tirkiyeyê û piştî Stenbolê duh hate Amedê. Şandeya ku duh çûbû serdana gelek saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, îro jî li hotêleke bajara bi Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û endamên komeleyan re hevdîtin kir.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî xebatên komeleyê agahî bi delegasyonê re parve kir. Altan, da zanîn ku têkildarî pirsgirêkên rojnamevan dijîn û zextên li ser wan xebatan dimeşînin û wiha got: “Dema qala Tirkiyeyê tê kirin, ji ewil zextên li ser çapemeniyê tê bîra mirov. Sedema esasî ya van pirsgirêkan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Pirsgirêkên ku ji ber bêstatûbûna kurdan û zextên li ser wan diafirin, bandorê li ser azadiya fikr û raman jî dike. Weke çapemeniya azad em xwe berpirsyar dibînin ku pirsgirêkên di meseleya kurd de derdikevin bi raya giştî re parve bikin. Dema em rastiyan parve dikin jî rastî zextên giran û tundiyê tên. Hêj îro jî 44 rojnamevan girtî ne. Lê tevî her cureyên zextê jî hevalên me hewl didin pîşeya xwe bidomînin, çapemeniya azad xwe li ser pêyan digire û dinivîse.”

Piştre jî Altan rapora binpêkirina mafan a salekê ya komeleya wan amade kirî radestî şandeyê kir.

Seroka MKG’ê Roza Metîna jî destnîşan kir ku ew hewl didin bibin dengê hemû rojnamevanên jin ên cîhanê. Metîna, wiha domand: “Em mehane binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin weke rapor parve dikin. Di halê hazir de 10 rojnamevanên jin girtî ne. Dema li Kurdistanê rojnamevana jin bî, zextên li ser te du qet zêdetir dibin. Li dijî zayendperestiya di medyayê de, me MKG weke alternatîfek ava kir. Em girîngiyê didin rojnamevaniya jin û atolyeyan li dar dixin. Her wiha em ji hêla hiqûqî ve jî piştgiriyê didin rojnamevanên jin.”

Piştî hevdîtina li vê derê, şande ji bo şopandina danişîna doza Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû derbasî Edliyeya Amedê bû.