Dede: Divê Dadgeha Destûra Bingehîn nebe hevkarê sûc

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede got ku “Dadgeha Destûra Bingehîn divê nebe hevkarê vî sûcê tifaqa AKP û MHP’ê.”

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede derbarê qanûna înfazê daxuyanî da. Dede li rêxistina bajêr  a Wanê ya HDP’ê daxuyanî da û bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kir ku bila peywira xwe bi cih bîne.

‘JI BO ALÎGIRÊN XWE EFÛ DERXISTIN'

Dede diyar kir ku bloka AKP û MHP’ê guhê xwe ji bangan re girt û ji bo ku alîgirên wan werin efûkirin ev pêşnûmaya efûyê anîn meclîsê. Dede bal kişand ser vî tiştî ku kesên li dijî civakê sûc kirine, hatine berdan.

Dede got ku “Em li bendê de ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn dema di warê şiklî de li ser vê qanûnê bisekine, wê bibîne ku ev efûyeke taybet e û bi mûtabaqatê hatiye derxistin.”

Dede diyar kir ku li hemberî vê qanûna bloka AKP û MHP’ê li pêşberî Dadgeha Destûra Bingehîn peywireke dîrokî heye û got, “Dadgeha Destûra Bingehîn yan wê bibe hevkarê sûcê ku gelek girtî terkî mirinê tê kirin û yan jî wê di çarçoveya destûra bingehîn a li ser rêçikên hiqûqa navneteweyî wê wijdanê civakê aram bike û biryarekê bide ku di van rojên şewbê de girtîgeh nebin malên mirinê.”