DBP'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Arslan da

DBP'ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevserokê xwe da û bang li gel kir ku tevlî civîna îro danê nîvro ya li Edeneyê bibe.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), li ser binçavkirina Hevserokê Giştî Mehmet Arslan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihand, Arslan ji bo tevlî civîna gel bibe li Edeneyê bû û hat gotin, "Hevserokê me yê giştî Mehmet Arslan, beriya civîna gel a li Edeneyê dîl hate girtin. Têkoşîna me ya li dijî faşîzmê wê bi biryardarî dewam bike. Em bang li gelê xwe yê bi rûmet ê li Edeneyê dikin ku xwedî li vîna xwe derkeve û bi xurtî tevlî kombûna li Şîrîn Muzîkholê bibe."

DEMA CIVÎNÊ

Rêxistina DBP'ê ya Edeneyê jî ragihand, ku tevî operasyonên qirkirina siyasî ew ê civîna xwe ya gel saet 15'an li Şîrîn Muzîkolê lidar bixe û bang li şêniyên Edeneyê kir, ji bo tevlî civînê bibin.