DBP’ê bang li rêxistinê xwe kir: Ji bo Rojava û Şengalê dakevin kolan!

DBP’ê bang li hemû rêxistinên xwe yên li navçe û bajaran kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê rabin ser piyan û xwedî lê derkevin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro ji bo rêxistinên xwe yên navçe û bajarankir ku ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava banga ‘Lezgîn a çalakiyan’ kir.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Weke tê zanîn hikûmeta Tirk ev demekî pir dirêj e bi hemû rêbazên xwe yên qirêj, li dijî destkeftiyên gelê Kurd şer daye despêkirin. Ev 2 sal in xedek û bendên li Bakurê Kurdistanê kirin hincet û polîtîkayên xwe yên qirkirinê gav bi gav pêş ve dibe, hewl dide hemû destkeftiyên gelê me xesp bike, dixwaze hemû destkeftiyên têkoşîna azadiya gelê me têk bibe.

Ev demekî dirêje hikûmeta Tirk li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi rêbazên şerê qirêj li dijî gelê me, bi êrîşan têr nebûye, herî dawî 25’ê Nîsanê di saetên şevê de li dijî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê êrîşên hewayî lidar xistine. Bi vê êrîşê dewleta Tirk carekî din asta dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan diyar kir. Derket holê ku hikûmeta AKP’ê li kû dibe bila bibe wê rê nede destkeftiyên gelê Kurd û wê bi hemû polîtîkayên şerê xwe yê qirêj bikar bîne, ji bo şikandina lêgerîna azadiya Kurd û têkoşîna wê tişta ku ji desta bê wê bike.

 ‘DIVÊ EM GELÊ ROJAVA Û ŞENGALÊ BI TENÊ NEHÊLIN’

Em vê êrîşa li dijî têkoşîna bi maf a Kurdistanê hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Weke DBP’ê ji bo hikûmeta AKP’ê dev ji polîtîkayên qirêj berdin, bang li hemû rêxistinê xwe û gelê Kurd dikin ku xwdî li gelê Rojava û Şengal û destkeftiyên xwe derkevin. Divê gelê me yê welatparêz li dijî êrîşên dijmirovahiyê ya AKP’ê helwestên xwe yên demokratîk raber bike û gelê Rojava û Şengalê bi tenê nehêle.”