Dayikên Roboskî: Zarokên me jî, em jî hatin kuştin

Dayikên Roboskî ku zarokên wan bi balafirên şer ên Tirk hatin qetilkirin, gotin ku wê li ser şopa zarokên xwe bin.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 ciwan û zarokên Roboskî di bombardûmana balafirên şer ên Tirk de hatibûn qetilkirin. Dayikên qurbaniyan têkoşîna xwe ya ji bo edaletê dewam dikin.

'JI BER KU ÇÛM SER GORA KURÊ XWE HATIM SÛCDARKIRIN'

Heybet Encu ku kurê wê Mûhammed di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir  heta ew sax be wê êşa kurê xwe ji bîr neke. Encu anî ziman  piştî ku kurê wê hate kuştin, ti wateya jiyanê ji bo wê nemaye û got, "Em tiştekî ji cejnê, ger û geştê, ji dawetên li gund fêhm nakin. Li qadeke şahiyê jî em timî çavgirî ne. Lê belê beriya komkujiyê ne bi vî rengî bû; me karê xwe dikir, em kêfxweş bûn. Piştî komkujiyê aramî û xweşiya me nema. Ji xwe êdî mîna berê xwedîderketin jî nîne. Mirov ditirsin. Zexta dewletê, dozên li dijî wan mirovan ditirsîne. Li dijî min bi xwe, ji ber ku min rahişt wêneyê kurê xwe yê hate kuştin û çûm ser gora wî gelek caran dosya hatin amadekirin."

'EM Ê BERXWEDANA XWE DEWAM BIKIN'

Dayika Nadîr, Azîme Alma jî wiha axivî: "Kurdên binamûs û şeref dixin zindanan. Ji roja ku zarokên me hatin kuştin ve dinya li me reş bû. 6 zarokên min hebûn, piştî komkujiyê her yekî koçî deverekê kir. Kes êdî tehmekê ji gund nake. Ji xwe welê li me hatiye ku mîna emanetê me li gund in. Piştî zarokên xwe em jî xwe ji vir nabînin. Lê tevî vê yekê jî em li ber xwe didin. Bi vî rengî em dijîn, lê belê em nizanin çawa dijîn. Em ê her tim li ser şopa zarokên xwe bin û ti carî wan ji bîr nekin."

Dayika Şîrvan Encu, Leyla Encu jî got, "Her roja Pêncşemê em serdana goristanê dikin. Bi vî rengî vê êşê careke din dibînin. Di nava 9 salan de kes ji kiryaran nehate girtin û nehate cezakirin. Ev yek me gelekî aciz dike. Beriya komkuiyê aramî û jiyana me xweş bû. Lê belê piştî ku zarokên me hatin qetilkirin, psîkolojiya me hemûyan xera bû. Berê em diçûn zozanan, bi rê û rêbazekê me debara xwe dikir. Lê piştî komkujiyê mîna bi kêrê bibire her tişt qediya. Halê me nema ku gavekê biavêjin. Ji ber ku tişta bi serê me nehat ne hêsan bû. Mafê me ye ku em bi kiryaran zanibin."