Dayikên Plaza de Mayo serdana Guven kirin

Yek ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortînas serdana Leyla Guven kir, ku ev 114 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Ji dayikên Pla de Mayo, Nora Cortînas a Arjantînî serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kir, ku ev 114 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan di greva briçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Nora Cortînas got ew li cem Leyla Guven û hemû girtiyan û hemû çalakgerên greva birçîbûnê ne ku xwedî li daxwazên Leyla Guven derdikevin.

Li gel  Cortînas her wiha koordînatorê saziya Dîalogo 2000'an Beverly Keene jî serdana Guven kir.

Cortînas helbestek ji Guven re xwend, dema ku Guven û Cortînas hişk bi destê hev girtin atmosfereke dilzîz çêbû.

Cortînas dema serdanê got, ji bo ku ew piştgiriyê bide Guven hatiye û diyar kir, ji niha û şûn ve jî di serî de Guven, wê li cem girtiyên greva birçîbûnê be, bal kişande ser giringiya çalakiya Leyla Guven û got ew ê rewşê bi dayikên Plaza de Mayo re par ve bikin û ji bo vê xeatan bike.

Cortînas got, ''Di şer de, ya li welatê me min kurê xwe da û hê jî cenazeyê wî min neditiye. Weke çalakiya we ya li vir têkoşîna me ya dadmendiyê hê didome. Hîç min wêneyê kurê xwe ji stûyê xwe nedanî. Ew ji bo min sembol e. Ji bo vê jî ez giringî û wateya vê çalakiya we baş fêhm dikim.''


GUVEN: DAYIKÊN LI DIJÎ ŞER DIVÊ HER CAR LI CEM DAYIKAN BIN

Guven got ew êşa dayikên Plaza de Mayo par ve dike, li cografyayên ku şer lê heye êş hevpar in û dayikên li dijî şer aştiyê diparêzin wê her car pişta hev bigirin û bibin yek.

Cortînas piştî ku bi aktîvîstên TJA'yê re hevdîtin kir, wê serdana hin girtîgehan bike ku grevên birçîbûnê lê didomin.

Cortînas û ên li gel wê her wiha parçeyek ji wê kampanyayê ne ku bi daxwaza tecrîda li ser Ocalan were rakirin li qada navnetewî tê kirin.

Cortînas beriya niha jî ji bo hevgirtina bi dayikên aştiyê re hatibûn Amed û Enqerê û tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyê bûbû.

Nameya dayikên nebediyan dabû nûnertiya Neteyên Yekbûyî ya li Enqerê.