Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 27 roj in li ber xwe didin

Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ya li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê 27 roj in didome.

72 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.

Rojane nexweşên pêwîstiya wan bi çûyîna Hewlêrê heyî, tên asteng kirin.

Dermanên li nexweşxaneyê kêm bûne û bi sedan karker jî nikarin biçin ser karên xwe.

Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 27 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.

Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin. Asayîşa PDK rê nade xwarin û vexwarin jî ji bo dayîkan biçe û tîma tenduristiyê jî serdana dayîkan bike.

Hêjayî gotinê ye di hefteya destpêkê de dayîkek nexweşbibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Niha jî dayîkên liwir pêwîstiya wan bi dixtoran heye lê asayîş rê nade kes serdana wan bike.