Dayikên Aştiyê hem li ber xwe didin hem jî hildiberînin

Çalakiya dayikên aştiyê ya ji bo bidawîkirina ambargoya li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a li ber asayîşa PDK'ê di roja 8'an de didome. Dayikên Aştiyê hem li ber xwe didin hem jî hildiberînin.

Piştî ku Berpirsyarê MÎT'ê yê Başûr Osman Kose di 17'ê Tîrmehê de li Hewlêrê hate kuştin, rêveberiya Başûrê Kurdistanê ambargo li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ferz kir.

Ji ber ambargoyê di serî de peydakirina dermanan di gelek mijaran de zehmetiyên mezin rû dan. Ji bo bidawîkirina ambargoyê gelek hewldan hatin kirin. Şênî û rêveberên wargehê ji bo hînbûna sedema ambargoyê serî li gelek deveran dan. Lê belê hewldanên wan heta niha bêencam man. Komek ji Dayikên Aştiyê beriya 8 rojan ji bo bi PDK û hin saziyan re der barê ambargoyê de hevdîtinê bikin xwestin biçin Hewlêrê. Lê belê li pêşiya Asayîşa PDK'ê dayikên aştiyê hatin rawestandin. Dayikên Aştiyê yên ji aliyê asayîşê ve hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya rûniştinê jî di roja 8'an de ye.

Dayikên Aştiyê 8 roj in li pêşiya asayîşa PDK'ê li ser kartonan radizên û berxwedana xwe didomînin. Di dema vê berxwedanê de hin ji wan ji bo zarok û neviyên xwe gore, qazaxan amade dikin, hinek jî ji kilsê berhemên weke xwelîdankê çêdikin.

Yek ji wan jî Mahbûp Kara ye. Ji gundê Hîlal ê Şirnexê ye. Kurekî wê û birayekî wê di nava refên Tevegera Azadiyê ya Kurd de şehîd bûne. Kurekî wê jî sala 1997'an di dema kampa Nînova de ji ber êrîşa PDK'ê ya li pêşiya kampê şehîd bû. Mahbûp Kara beriya zivistanê ji bo zarok û neviyên xwe amadekariyan dike.

Hacer Kara jî ji gundê Hîlalê ye. Dayika 8 zarokan e, kurekî wê li nava refên gerîla têdikoşe.

Yek ji dayikên aştiyê ji bo çend qurişan qezenç bike û zarokên xwe xwedî bike xwelîdankê ji kilsê çêdike. Behiyecan Yuksel ji gundê Kadinê ye û kurekî wê li zindana Tirkiyeyê, kurekî wê jî li nava Tevgera Azadiyê ya Kurd şehîd bû.

Dayikên Aştiyê ku 8 roj in li ber asayîşê li ber xwe didin dibêjin, heta ku ambargo bê rakirin wê çalakiya xwe bidomînin.