Dayikên Şehîdan ên Şengalê: Êrişên li ser gerîla êrişên li dijî me ne

Dayikên Şehîdan ên Şengalê bi daxuyaniyekê li ber êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û destnîşan kirin ku ew bi berxwedana gerîla re ne.

Tevgerên jinan yên Êzîdî li Şengalê civînek hevbeş lidarxistin. Di civînê de nûnerên TAJÊ, YJŞ û Dayikên Şehîdan amade bûn. Jinan li ser rewşa Şengalê ya dawî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê taybet ên li ser Şengalê nîqaş kirin.

Piştî civînê Dayikên Şehîdan ên Şengalê li ser Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Şengalê daxuyaniyek dan raya giştî.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ji berxwedana gerîlayên azadiyê moral digrin, ew û gerîla yekin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gerîlayên azadiyê ev 7 mehe li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bêhempa didin meşandin û wiha hate gotin; "Berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê di meha xwe ya 7’an de bi hemû hêza xwe dewam dike. Berxwedana mezin a gerîlayên leheng hêz, hêvî û moral dide me. Ruxmê bi karanîna hemû teknîka xwe dijmin nikarîbu li hemberî gerîla bi ser bikeve û gevek pêşda bavêje. Dîrok bi destanên qehremanî yên gerîlayên azadiyê di xemile. Bi rastî ev berxwedan dijmin mehkumî têkçun û binketinê dike."

Dayikan diyar kirin ku wan û gerîla bi hev re Şengal rizgar kirine û êrişên li ser gerîla li ser wanin û wiha gotin "Em wek dayikên şehîdan ên Şengalê dibêjin, em û gerîla yekin, me bi hevre li Şengalê şer kir, şehîd dan û axa xwe ji çeteyên DAIŞ rizgar kir. Êrişên li ser gerîla li ser me ne, bi saya berxwedana gerîla, dijmin nikare li ser vê axê  gav pêşda bavêje. Dewleta Tirk a dagirker dema ku li beramberî berxwedana şervanên azadiyê bê çare dibe, dest bi kiryarên dij mirovî dike û çekên kimyawî bi kar tîne. Dewleta Tirk ya dagirker bi karanîna çekên kimyawî ji bo xwe rewa dibîne, li Efrîn, Serêkanî û li herêmên parastina medya van çekan li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi kar tîne."

Dayikên şehîdan ên Şengalê di daxuyaniyê de bêdengiya qada navneteweyî jî şermezar kirin û wiha bidawî kirin; "Em bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan a li hemberî kiryarên dij mirovî şermezar dikin. Em dibêjin dijmin çi dike bila bike wê nikaribe bi ser bikeve. Wê berxwedan  bi ser bikeve. Divê gelê me xwedî li Gerîlayên xwe derkevin û ew jî beşdarî vê berxwedanê bibin. Heya ku hêza gel û gerîla yek be, wê tim serketin ya me be."