Dayika ji Rojhilatê Kurdistanê Newroz li Leyla Guven pîroz kir

Piştgiriya ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Dayê Zeyneb ya ji navçeya Leylaxî ya Rojhilatê Kurdistanê bi dîmenekê cejna Newroz li Guven û çalakgerên grevê pîroz kir.

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven tê kirin didome. 

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di roja 134'an de didome. Li aliyê din greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li bajarê Hewlêrê di roja 112’an, greva li zindanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di roja 97’an û greva li Strasboûrgê jî di roja 97’an de ye.

Dayê Zeyneb dayika şehîd Hawrê Leylax (Mihmed Emîn Emîrî) ku li navçeya Leylaxî ya Rojhilatê Kurdistanê ye û endama Dayikên Aşitiyê de bi peyameke bi dîmen cejna Newrozê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê pîroz kir.