Dayika gerîlaya HPG’ê hate destgîrkirin

Halîse Aksoy ya ku dayika gerîlayê HPG’ê Agît Îpek bû, li wê hate xistin û hate destgîrkirin. Demek berê cenazeyê kurê wê bi kargoyê ji wê re hatibû şandin.

Gerîlayê HPG’ê Agît Îpek di sala 2017’an de li Dêrsimê şehîd bûbû û di 2’ê Adara 2020’an de cenazeyê wî bi kargoyê re ji malbata wî re hatibû şandin. Polîsan bi hinceta ku endamên Desteya Rêvebir a Meclîsa HDP’ê li mala wê mêvan e, girtin ser mala dayika wî Halîse Aksoy.

Di dema serdegirtinê de deriyê mala wan hate kişandin û polîsan tevî mêvanan ew li ser beton deverû dirêj kir. Polîsan dema ku li malê lêgerîn kirin, li mêvanê li malê da û serê wî şikest. Polîsan bi qasî 5 saetan li malê lêgerîn kir û piştre tevî 4 mêvanên li malê Halîse Aksoy jî destgîr kirin. Piştî ku bi qasî 4 saetan îfadeya wan hate stendin Aksoy û 4 mêvanên wê serbest hatin berdan.