Dayika Şemiyê Baskin rehmet kir

Dayika Şemiyê Meryem Baskin li Wanê rehmet kir.

Dayika Midûrê Nifûsê yê Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ê di sala 1993'an de li Enqereyê ê ku dema hatibû destgîrkirin, hatibû Meryem Baskin rehmet kir.

Dayik Meryem Baskin bi salan ji bo faîlên kurê xwe bibîne û edalet pêk were di nava Dayikên Şemiyê de têkoşiya. Baskin ji ber nexweşîna xwe demek dirêj bû li nexweşxaneyek taybet a Wanê dihat dermankirin. Baskin vê sibehê li nexweşxaneyê rehet kir.

Cenazeyê Baskin wê ji Wanê bişînin navçeya Gever a Colemêrgê û bi merasîmekê were veşartin.