Dayik li dijî êrişên bi çekên kîmyewî meşiyan

Dayikên Aştiyê li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyayê li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşiyan.

Êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Kurdan dibin sedema mirina mirovan. Hêzên navneteweyî hîn jî di vê mijarê de xwe kerr kirine. Nerazîbûna Kurdistaniyan jî zêde dibe. Jinên ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li hev civiyan, li dijî êrişên bi çekên kîmyewî û komkujiyên ku dewleta Tirk dikin meşiyan. Dayikên Aştiyê ji Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex û Qoserê tevlî meşê bûn û li cihekî nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê dest bi çalakiyê kirin. Di meşê de dirûşma "Bimire xiyanet" hate qîrîn û bi navê Dayikên Aştiyê Esmer Çekmez axivî.

'ÊŞKENCEYÊ LI CENAZEYÊN ZAROKÊN ME DIKIN'

Çekmez diyar kir ku divê dayik hemû li ber kuştina zarokan rabin û wiha dewam kir, "Yên ku qala Misilmantiyê dikin gelo van komkujiyan nabînin? Misilmantî gelo ev e? Edalet ev e? Li Başûrê Kurdistanê bira bira dikuje. Gelo hûn êşkenceya ku li cenazeyên zarokên me tê kirin nabînin? Ji Xwedê bitirsin. Bi navê Dayikên Aştiyê em naxwazin êdî ev şer dewam bike û zarokên me bêne kuştin."

Çekmez ragihand ku bi rengekî derveyî mirovane êşkence li cenazeyên zarokên wan têne kirin û got, "Yên ku îro vê yekê li zarokê min dike, wê sibe li yê we bikin. Yên ku dibin sedema mirina zarokên me û bedenên wan parçe dikin, bila ew jî heman êşê bikişînin. Me zarokên xwe ji bo ew qetil bikin, mezin nekir. Leşkerên ku niha li hemberî min e ew jî zarokên dayikekê ne. Çi mafê we heye ku hûn leşker û gerîlayan bi hev didin kuştin. Hûn 5 qurişan didin leşkeran û bi ser zarokên me ve dişînin. Hûn wan jî dişînin mirinê. Bila Xwedê zalimên ji we bêhtir zalim derxîne pêşiya we."