Dayik Kaya: Hestiyê zarokê min bidin

Dayika Nazmiye Kaya bal kişand ser 261 cenazeyên ku cenazeyê kurê wê Ûlaş Çelîk jî di nav de ye ku li peyarêya Goristana Kîlyosê hatine danîn, got: “Hestiyê zarokên min bidin.”

Komeleya Piştevaniya Yekîtî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirin (MEBYA DER), çalakiya xwe ya vê hefteyê li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan a Amedê lidar xistin.

Di çalakiyê de dayika gerîlayê HPG’ê Ûlaş Çelîk ê cenazeyê wî li Goristana Kîlyosê ye û rêveber tevlî bûn. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku cenazeyê Ûlaş bê dayîn û bal kişandin ku 2 sal in cenaze nayê dayîna malbatê.

Hevserokê MEBYA-Der’ê Şeyhmûs Karadag anî ziman ku Ûlaş sala 1996’an di şerê li devera Garisa ya Bedlîsê de derketî şehîd bûye. Cenazeyê wî di nava 261 cenazeyên ku ji Şehîdgeha Xerzanê hatin derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyos di nava 18 gorên ku di koliyên plastîke de li ser hev hatine definkirin e. Karadag diyar kir ku tevî malbatê sala 2018’an nimûneya xwînê daye jî hê malbatê ti encamek bidest nexistiye.

Piştre jî Dayika Nazmiya Kaya axivî û diyar kir ku goristan hate bombekirin û şewitandin. Kara got: “Êdî bes e, bila ev zarok nemirin. Ma qey qet wijdana we tine. Hestiyê zarokê xwe dixwazim.”

Şehîdgeha Xerzan ya li Taxa Oleka Jor a Bedlîsê hate hilweşandin, 282 cenazeyên hatin derxistin nedan malbatan bi veşartî birin Stenbolê. Ji 282 cenazeyên 16’ê Kanûna 2017’an birin Stenbolê û li Saziya Tiba Edlî hatin rawestandin 261 cenaze li peyarêya Goristana Kîlyosê di koliyên plastîk de definkirin.