'Daxwaza me azadiya Kurdistanê ye, ne rêgirtina li pêşiya birayên xwe ye'

Yek ji Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî Koktik got: “Xewnên me pêşmergeyan di demê xwe de ew bû ku piştî Başûr biçin Agiriyê û Araratê azad bikin, ne pêşiya birayên xwe bigirin.”

Welatiyekî yê Başûrê Kurdistanê Hazim Elî Koktik ê yek ji Pêşmergeyê Dêrîn e. Der barê şikandina xewn û xeyalên pêşmerge û şoreşgerên Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê desthilatên Başûrê Kurdistanê ve ji ANF’ê re axivî.

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî Koktik yek ji welatiyê bajarê Hewlêrê ye, di sala 1981’ê tevlî refên Pêşmergeyên Rêxistina Şûî bûye û heta raperîna gelê Başûrê Kurdistanê bi domdarî pêşmergayetî kiriye.

XEYALA WAN AZADKIRINA HEMÛ KURDISTANÊ BÛ

Koktik bi domdarî got: "Em bi hêviyên pir pîroz bûn pêşmerge. Me gelek cara li gel hevalên xwe yên di dema pêşmergayetiyê de ku niha hinek ji wan şehîd bûne û beşekî jî sax in, digot; 'Eger em Başûrê Kurdistanê azad bikin, em bi rext û kelûpelên xwe yên pêşmergatiyê nadanîn em ê biçin Agirî, Ararat, Şaho, Dalaho, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê'. Me bi vî awayî dest avêtiye çeka bi rûmet; lê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê wan xewnên me tine kirin."

NÊZÎKATIYÊN ŞAŞ KIR KU JI SEDÎ 51’Ê XAKA KURDISTANÊ JI DEST BIÇIN

Koktik anî ziman ku desthilatên Başûrê Kurdistanê li cihê ji bo Kurdistaneke azad û yekgirtî piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bikin, hewl dan berevajî vê bikin û kirin ku ku ji sedê 51’ê axa Başûrê Kurdistanê biçe.

Pêşmergeyê Dêrîn Koktik got: "Mixabin ew weke serok êlekî û serok eşîrekî nêzîkatiyê dikin. Lê nêzîkatiyên serok êl û serok eşîret jî li gel wan nîne. Xwezî hinek reftarên xweşik yên serok êl ên weke dilnermî, xiyanet nekirin, parastin û hesikirina welat û axê hene, lê di wan de nîne."

'NE WEKE RÊVEBIRINA KURDÎ NE WEKE QEYÛMÊN TIRKÎ NE'

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî Koktik rexneyên hişk li desthilata herêmê ya bi hêza digirkeran re tevger dike kir û got: "Desthiledarên Başûrê Kurdistanê ne weke rêveberiya Kurdî ne, weke hevşêweyê qeyûmên Tirk ên ku li şaredariyên Amed û Şirnexê dagirkirine."

'HEWL DIDIN ZÎNÎ WERTÊ BIKIN NAVENDA MÎT Û LEŞKERÊN TIRK'

Koktik bal kişand ser wê yekê ku tevgerkirina weke pez kiriye ku desthilat bibin gur û wiha domand: "Niha PDK hewl dide Zînî Wertê bike navçeyekî ya navenda MÎT û leşkerên Tirkiyê, Hewl didin ku şerê birakujiyê derbikeve."

'EZ BAWER NAKIM KU DESTÊ HÊZÊN WAN PARTIYAN BIÇE XWÎNA GERÎLAYAN'

Koktik bi domdarî ev got: "Ev demeke ku PDK gefên şer ên Tirkiyê bi gerîlayan re bikin dixwe, lê ji hêza xwe bawer bikin ku nikarin destbavêjin çek û şer bikin. Li gorî min pêşmergeyên wan partiyan ne ewqase ku şer li gel gerîla bikin û xwîna gerîlayan birijînin." 

GEL DIXWAZE GERÎLA LI HERÊMÊ BE

Pêşmergeyê Dêrîn Koktik diyar kir ku gel dixwaze gerîla li Başûrê Kurdistanê hebe, ne ku şerê birakujiyê bê kirin.

Koktik di dewama axaftina xwe de qala bûyara li Zînî Wertê jî kir û wiha pê de çû: "Em sê caran ji bo narazîbûnên xwe bîninin ziman çûne Zînî Wertê. Min çend caran pêşniyar kir ku eger ew hêza PDK’ê ji wir neçe divê li gel dayikên şehîdan biçine wir û wan ji wir derbêxin."

'GEL HEMÛ JI AXAFTINÊN NÊÇÎRVAN BARZANÎ ACIZ BÛNE'

Pêşmergê Dêrîn axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî a 'Qada xebatên PKK’ê û gerîlayan Bakurê Kurdistanê ye, nabe ku li Başûrê Kurdistanê bin' bibîr xist û diyar kir ku hemû xelkên têkoşer ji axaftinên Nêçîrvan Barzanî aciz bûne. Koktik anî ziman, "Barzanî dibêje; 'Tirkiye ji ber PKK’ê welatiyên sivîl dike hedef' ez jî dibêjim; Birêz Nêçîrvan Barzanî tu ji bo Mexmûr çi dibêjî? PDK’ê bi xwe ambargo daniye li ser Mexmûrê. Li gorî Netewên Yekbûyî jî wargeha Mexmûr wargehekî sivîl e, lê tevî vê jî dîsan balafirên Tirkiyê bombebaran dike."

Koktik bi tundî nerazîbûn nîşan da û got: "Her wiha di bombebarana li Mexmûrê de 3’ê jinên sivîl şehîd bûn, lê çima Nêçîrvan Barzanî ji bo vê yekê dengê xwe nake? Çima nerazîbûna xwe nada diyarkirin?"

'SEROK APO HEMÛ TEMENÊ XWE JI BO TÊKOŞÎNA AZADÎ Û NASÎNA GELÊ KURD DAYE'

Di dawiyê de Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî Koktik derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a yekîtiya netewî ku bi telefonê li gel birayê xwe Mehmed Ocalan a ji bo partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê şandî ev got: "Ez weke Pêşmergeyekî Dêrîn peyama Rêber Apo baş dinirxînim. Serok Apo hemû temenê xwe ji bo tekoşîna azadî û xwenasîna gelê Kurd danî holê. Peyama Ocalan ne tenê ji bo aliyekê ye ji bo hemû aliyane. Ji bo gelê Kurd ez hêvî dikim ku hemû alî bi başî şîroveya peyama Ocalan bikin."