BI DÎMEN

'Daxwaza dagirkeriya Tirkiyeyê jinavbirina gelekî ye'

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst li ser başûrê Kurdistanê didome. Têkildarî vê rewşê welatî dibêjin: “Daxwaza dagirkeriyê jinavbirina gelekî ye û PDK bi eşkere hevkariya vê dagirkeriyê dike.”

Dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser başûrê Kurdistanê berdewam e û roj bi roj berfirehtir dibe. Pêşmergeyê dêrin Kemal Hesen der barê vê yekê de ji ANF’ê re axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk a faşîst em û hemû gel xistine nav fikarê. Partiya Barzanî bi eşkere bûye hevkara van operasyonan. Ew yek zelal e ku ew hikûmeta ku Enqere û Stenbolê bi rê ve dibe, heman ew hikûmet e ku li herêmên Behdînan û Hewlêrê hikum dike û zehmet e ku gel di bin siya wan de bikare helwesta xwe bîne ziman.”

Kemal Hesen diyar kir ku desthilata ku wek desthilata Herêma Kesk tê naskirin çêtir e, lê got ku siyaseta wan a niha siyaseteke şermok e û wiha domand: “Eger ew bêdeng bin, ji ber wan zextan e ku li ser wan hene; lê bila destûrê bidin ku gel helwesta xwe bîne ziman û bêdeng nemîne. Bila dijmin wisa nezane ku gel ev dagirkerî qebûl kiriye, ji ber ku eger gel bêdeng be, ji ber tirsa lêdan û girtinê ye.”

‘DÎROKEKE KEVN A DAGIRKERIYÊ HEYE’

Karmendê Wezareta Çandê Karwan Ferec Qadir têkildarî vê mijarê helwesta xwe anî ziman û got: “Dîrokeke dagirkeriyê ya kevn û dirêj heye. Daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo jinavbirina gelê Kurd wisa kiriye ku gerîlayên azadiyê li çiyayan parastina niştiman bikin. Lê mixabin aliyekî siyasî bûye hevkarê vê dewleta faşîst da ku hevziman û hevniştimanê xwe ji nav bibe. Bi dîtina min, erka her kesekî ye ku li hember van dagirkeriyan helwesta xwe nîşan bide û jê ne razî be.”