Daxuyaniya YNK’ê ya ji bo referandûmê

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl têkildarî referandûma ku wê sibê were çêkirin li Kerkûkê daxuyaniya çapemeniyê da û got, “Biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.”

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl têkildarî referandûma ku wê sibê were çêkirin li Kerkûkê li avahiya bajêr a YNK’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî bi qasî deqîqeyekê domiya û Kosret Resûl got, “Biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin.”

Kosret Resûl got ku, “Gelê bi şeref ê Kurdistanê, gelê berxwedêr ê Kerkûkê, pêşmergeyên qehreman û gelê me di rewşeke krîtîk de ye. Em bang li gelê xwe dikin ku sibê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji bo Kurdistana serbixwe divê hûn sibê biçin ser sindoqan û dengê erê bidin.”

Kosret Resûl axaftina xwe wisa domand, “Firsendeke dîrokî li ber me ye. Divê em vê firsendê bi kar bînin. Em dixwazin gelê me dengê xwe bidin.”