Daxuyaniya RJAK’ê ya ji bo 'Iraqa Demokratîk û Kurdistana Xweser'

RJAK'ê ji bo nirxandina rewşa jinên Kerkûk û Xûrmatûyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ji bo Iraqa Demokratîk û Kurdistaneke Xweser û Azad bang hate kirin.

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji bo nirxandina rewşa jinên Kerkûk û Xûrmatûyê li Silêmaniyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Endama Lijneya Rêveber a RJAK’ê Şehên Mihemed diyar kir ku ji ber êrîşan gelek jinan koç kirine û got, “Ji bo Iraqeke Demokratîk û Kurdistaneke Xweser û Azad em bang li Iraq, Başûrê Kurdistanê û gelê Kurdistanê dikin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Di bûyerên li Kerkûk-Germiyan û Mûsûlê derketiye holê ku, Kurd heta ku yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neynin wê nikaribin xwe ji qirkirinê rizgar bikin. Di dîrokê de gelê Kurd û jinên Kurd bi berxwedanê hebûna xwe parastiye. Ji bo ku karibe xwe ji qirkirinan rizgar bike, divê Kongreya Neteweyî pêk were.

'DANHEVEKE ME YA MEZIN HEYE'

Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî derfet û şert amade bûne û di vî warî de danheveke me ya mezin pêk hatiye. Ji ber ku polîtîkayên hêzên siyasî yên wekî PDK û YNK’ê yên ji bo malbat û eşîra xwe, gelê Başûrê Kurdistanê rojên dijwar dijî. Divê jinên Kurd û gelên Kurdistanê ji vî tiştî re bibêjin ‘Êdî bes e’ û rêxistinbûna xwe biafirîne.

Em ji netewe-dewletê re dibêjin na! Ji dewleta malbatan re dibêjin na! Ji pergala yekpartiyê em dibêjin na! Ji qirkirina li ser jinan re em dibêjin na! Em ji neteweya demokratîk û azadiya jinan re dibêjin erê!

IRAQA DEMOKRATÎK, KURDISTANA XWESER

Tekane çareseriya li Başûrê Kurdistanê pergaleke federal, pergaleke demokratîk û azadîxwaz e. Iraqa Demokratîk û Kurdistana Xweser modela çareseriyê ya herî baş e. Bi vê modela çareseriyê re hemû gel û bawerî dikarin bi hev re bijîn.

DIVÊ ÇI WERE KIRIN?

RJAK’ê ji bo tiştên ku divê werin, ev bang kir:

*Ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî divê Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd a 3’emîn were civandin.

*Divê xeta neteweya demokratîk a Iraqa Demokratîk û Başûrê Kurdistanê ya Azad were pêşxistin.

*Li ser xeta neteweya demokratîk divê li Kerkûk û Mûsûlê gel bi hev re bijîn û ev mafên wan di destûra bingehîn de were mîsogerkirin.

*Hemû rêxistinên jinan, saziyên jinan divê werin gel hev û kêşeyên gelê Kurd çareser bikin.

*Ji bo çareserkirina kêşeyan û pêkanîna statuya Başûrê Kurdistanê divê diyalog were destpêkirin.

*Ji bo derxistina sûcên li ser gelê me û jinan hatiye kirin divê heyeteke çavdêriyê ya serbixwe were avakirin û hikumeta Iraqê van sûcdaran ceza bike.

*Ji bo ku jin û zarok û gelê me karibin vegerin ser axa xwe, divê hikumeta Iraqê şertên pêwist ava bike."