Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî çalakî û operasyonan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan careke din li qereqola Rûbarokê dane. HPG’ê nasnameya du gerîlayên ku li Dersim û Erziromê jiyana xwe ji dest daye jî eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê îro têkildarî çalakî û operasyonan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Daxuyanî wisa ye

PÊNGAVA ŞOREŞGER A ŞEHÎD BEDRAN Û ŞEHÎD NALÎN MÛŞ

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Geverê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Di 25’ê Îlonê de saet di 14.10’an de hêzên me qereqola Rûbarokê ya Şemzînanê kirine hedef. Di çalakiyê de hêzên me 33 roket avêtin nîzamiye, kozik û avahiyan. Li vê derê di nîzamiyeyê de teqînek çêbûye.

Di vê çalakiyê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di vê çalakiyê de hêzên me li kozikên dijmin ên li Girê Xapûşkê xistine. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopter, tank, obus û hawanan qad bomberdûman kirine.

Hêzên me li helîkopterên kobra jî dane û helîkopter ji qadê vekişiyane.

LEŞKERÊN LI GIRÊ SÎSERÊ HATIN LÊDAN

Di 26’ê Îlonê de saet di 10.30’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Sîserê yê Geverê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ Û BOMBERDÛMAN

Balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 26’ê Îlonê de saet di 22.00’an de qadên Tepê Xwedê, Tepê Koordîneyê û Grana ya Şemzînanê bomberdûman kiriye.

Piştî bomberdûmanê hêzên dagirker ji helîkopteran xwe bera Grana û Tepê Xwedê dane û li qadê operasyonek dane destpêkirin.

‘LI ÇEWLIKÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN’

Kontrayê bi navê Mahmût Bazencîr ê ku bi artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker re tevdigeriya û di şehadeta hevalên me de tiliya wî heye û li dijî gerîlayan komplo dikir li gundê Dûgernanê ya Çewlikê ji aliyê hêzên me hate cezakirin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

Di 25 û 26’ê Îlonê de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî li dar xistine;

Di vê çarçoveyê de di 25’ê Îlonê saet di 00.10’an de balefirên qada Evdilkovî ya Xakurkê bomberdûman kiriye.

Di 26’ê Îlonê de saet di 20.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Dola Betkarê ya herêma Zapê bomberdûman kiriye.

Di heman rojê de saet di 01.45’an de balefirên şer qada Govendê ya herêma Avaşînê bomberdûman kiriye.

DU GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di 17’ê Hezîranê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şenkaya ya Erziromê operasyonek dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker şerek çêbûbû. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Rêhevalê me Hakî di vî şerî de bi qehremanî li ber xwe daye û gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

 Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/haki_yasin_small.jpg

Nasnav: Hakî Arî
Nav û Paşnav: Yasîn Atsak
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Pakîze - Medenî
Cih û Dîroka Şehadetê: Erzirom / 17’ê Hezîrana 2017

Di 19’ê Îlonê de hevalekî me bi înîsîyatîfa xwe li dijî qereqola Kirmizikopru ya Pulumurê ya Dersimê xwestiye çalakiyekê li dar bixe. Rêhevalê me di rê de rastî leşkerên dijmin hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de rêhevalê me Yilmaz gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

 Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/yilmaz_riza_small.jpg

Nasnav: Yilmaz Amed
Nav û Paşnav: Riza Çaçan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Nîmet – Mehmet Şefîk
Cih û Dîroka Şehadetê:Dersim / 19’ê Îlona 2017