Daxuyaniya HPG'ê ya li çalakiyên li Colemêrgê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li leşkerên Tirk dan.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li leşkerên Tirk dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 19'ê Adarê saet di 13:00 de, hêzên me bi hawanan li girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên li vê derê mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
18'ê Adarê saet di 17:00 de, dijî kepçeyeke artêşa TC ku li girê Colemêrg ê li navçeya Çelê rê çêdikir, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encamê de kepçe bi temamî îmha bû.
16'ê Adarê saet di 15:30 de, hêzên me li hemberî leşkerên li qereqola Dizgê ya li navçeya Şemzînanê çalakiya sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin."